17 april 2016

Dinya bi me da ketiye em jî bi hev da ketine

Serokên kurdan, partiyên kurdan yên xwedî hêz miletê kurd jî û siyaset jî rezîl kirin.
Ji dêlî ku li hemberî dijminên xwe tifaqa xwe, hêzên xwe bikin yek, bi hev ketine, êrîşî hev dikin.
Yek bi dijmin ra welatê xwe dide wêrankirin, yê din jîl ê temaşe dike, li dijî vê hovîtiya dewleta tirk tiştekî nabêje, tiştekî nake.
Dewleta tirk bajarên kurdan bi alîkariya PKKê yek bi yek wêran dike, em wek milet nikanin tiştekî bikin, li kuştin û wêrankirina wan temaşe dikin.
Li ser navê kurdayetiyê meriv çima û ji bo çi bajarên xwe yeko yeko bi vê dewleta faşîst û xwînxwar bide wêrankirin?
Û meriv zane netîce ewê wêrankirina bajêr û koçberî be.
Netîce Nisêbîn, Şirnex û Gewer jî kirin wek Cizîrê, li van bajaran jî bi rastî kevir li ser kevir nehîştin.
Wek Erdogan û Bahçelî xwestibû, Şirnexê, Nisêbînê û Gewerê topbaran dikin.

XXX
Ez nizanim ev mirin çi kurdên Stockholmê dixwaze, bela xwe ji me venake, rojê yekî ji nava me dibe. Êdî biçûn û hatina şînan em westiyan, çong kete ber me.
Çend roj berê Xalid Xoce ji vê dinya ronak, lê bêbext, ji nas û dostên xwe xatir xwest û berê xwe da gerdûneke din.
Îro em li şîna wî bûn.
Berê me li dawetan hevûdu didît, nuha jî em li şînan hevûdu dibînin.
Dewran guherî, êdî wexta mirinê ye…
Û di her şînekê da jî yek ji me kêm dibe. Wiha dom bike kesê ji me nemîne.
Û ez bawer dikim dawiya dawî rojekê ewê wer jî bibe…
Wek Hesenê Metê îro bi rê da ji min ra got, ”erê emê gişê bimrin, lê hema mirin nexweş e. Û ya xerab em tam hatine gihîştine umrê mirinê…”
Montaîgne gotiye, ”hemû roj berbî mirinê ve diçin, roja dawî dihgihîje wê.
Rast e, her roja derbas dibe hinekî din nêzî wê dibin…
2016-04-15

XXX
Tu tiştekî me û ereb û tirkan tevhev nemaye, şert û zemînê em bi hev ra bijîn ji ortê rabûye. Ya rast dibê em bibin cîranên hev. Lê ew jî ji me nayê, hêza me têrê nake.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE