07 april 2016

Dewletê gelkî bi şexsiyeta me lîstiye



Gava ez civata kurd ya berî salên 1980î ya min li pey xwe hîşt û ji Wêranşara xopan derketim tînim bîra xwe, tînim ber çavê xwe û bi bobelatên nuha dibînim û dibihîzim ra miqayese dikim, dibînim ku dewleta tirk tiştek di kurdan da nehîştiye, kurd gelkî deform kirine, kirine civateke wek gêrmiya gavanan, her jahr û zuqûm tê da heye.
Berê hin axa, beg, mîr û kesên xwenizan dibûn merivê dewletê û yên dibûn hevalên dewletê jî peya(mêr,zilam) bûn, jin nedibûn hevalên dewletê û nedibûn faşîst.
Li gelek herêman ev wiha bû.
Lê nuha ez bala xwed didimê jin jî bi qasî mêran bûne hevalên dewletê û faşîst, ew jî bi qasî peyan şûrê Erdogan û MHPê dikşînin, bûne murîdên AKPê û Gulen.
Li Wêranşarê çiqas partî, komel û dezgeh hene hemûyan mesaja "Regib Qandîli" belav kirine. Ev "Ragip Qandîli" çi ye, çi mesele ez nizanim. Diayr e ev jî îcadeke dîndarên tirk yên faşîst û panturkîst e. Berê tiştekî wiha tunebû,
Geta bigihîje jinan jî mesaj belav kiriye. Ez matmayî mam, devê min xwar bû.
Gava ez tiştên wiha dibînim gelkî pê xemgîn dibim û her wisa dibînim ku tirkan pir bi me lîstiye, haya me ji qûna me tuneye.
Mêikan bi riya dîn û îmanê û qursên Quranê û mektebên Gulen bi sedhezaran jinên kurd jî ji kurdayetiyê dûr xistine û kirine zilamên dewletê.
Dîtina tiştên wiha meriv pir xemgîn dike ü hesreta rojên borî dikşîne…

XXX


Ne TRT bûya dewletê nikanîbû hewqas kurd, hewasî erzan bikire.
Lê bi riya TRTê dewlet wek gurê bi keriyek pez keve, bi hezaran kurd kişandin ba xwe.
Serok, endamên polîtburo û komîteyên merkezî, gelek kesên bi nav û deng û gelek nivîsakar bi rastî jî pir erzan kirîn,
Ji ber ku dewletê ev yek fêm kiriye, lema dest nade TRTê, ji çend mehan carê serok û kadir û siyasetmedarên berê erd dihejandin, bi şûran nedihatin xwar bi hev diguherin. Yekî derdixin yekî digrin. Wek erebê têkeve nava zebeşan, dibêjin ev û ne ev, wer bi hev diguherînin...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE