14 april 2016

Dewleta tirk welatê wî wêran dike ew diçe Çanakkelê fatîhê ji miriyên tirkan ra dixwîne

Dewleta tirk Kurdistanê dişewitîne, bajarên me yek bi yek wêran dike, kurdên me diçin peykerên Çanakkaleyê ziyaret dikin.
Kurdekî bi navê M. Burhan Hedbî, ez bawer dikim ya ji Qoserê ye ya jî ji herêma Mêrdînê ye. Ez camêr nas nakim, lê yekî dîndar xuya dike.
Ew û sê kesên din çûne ziyareta monomentên/abîdeyên Çanakkaleyê, ji ruhê kesên di şerê li hemberî ”kuffaran” da şehîd ketine fatîhe xwendiye.
Belê gotiye ”kuffar” yanî kesê kafir, kesên ne misilman.
Têkiliya kurdan bi şerê Çanakkaleyê ra vireke kurdan e, ji bo ku xwe bi tirkan şîrîn bikin. Ji ber nezanî û kêmaqiliya xwe, xwe dikin şirîk.
Di dema Çanakkaleyê da jî kurd bindest bûn, xortên kurdan bi darê zorê dibirin leşkeriyê û nuha jî bi darê zorê dibin û kurdan bi kurdan didin kuştin.
Yên bi zor neçûbin jî ji ehmeqiya xwe çûne, meriv naçe xwe di ber neayrê xwe da nakuje, dewleta welatê meriv îşxal kiribe naparêze.
Kurdê îro hîn jî şerê Çanakkaleyê wek zafereke xwe qebûl bike û here li ber wan peykerên derewan têkeve hazirolê ji zanîn û şiûra netewî bêpar e û heyranê qatilê gelê xwe ye. Diyar e gotinên Erdogan, Bahçelî û Davutoglu jî tu tesîrê li hest û şiûra wan yê kurdayetiyê nake.
Dewleta tirk Cizîr, Nisêbîn, Gever, Şirnex, Silopî, Hezex û gelek bajarên Kurdistanê yên din bi erdê ra kirin yek, di van 3-4 mehên dawî da bi hezaran keç û lawên kurd bi hovîtiyeke mezin înfaz kirin, lê kurdekî wek Burhan Hedbî dîsa jî çend kurdên nezan dane dû xwe û çûye tewafa Çanakkaleyê û ji me ra propagandeya şerê Çanakkalê dike.
Û tam 176 kurdî jî ev ziyareta Hedbî ya Çanakkaleyê ecibandiye, gotine te pir baş kiriye.
Meriv nizane bigrî ya bikene.
Ev çi aqil e?
Gava tirk van kêmaqiliyên me dibînin miheqeq bi me dikenin û fêm dikin ku em miletekî çiqasî nezan û reben in.
Tirk zanin em miletekî nezan û berdayî ne, lema jî mêrikan pir bêperwa her zilmê û her heqaretê li me dikin, çimkî baş zanin ew çi zilmê li me bikin jî emê dîsa jî ji wan hez bikin. Xwenda û dîndarên me dîsa jî ewê ji gelê xwe ra propagandeya çîroka derewîn ya Çanakkaleyê bikin.
Çimkî em kurd mirovên bêşiûr û totikvala ne, em ji bindestiyê û koletiyê qet aciz nabin û pir rehet dibin heyranê celadê xwe.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE