07 april 2016

Dewlet Kurdistanê dişewitîne parlamentera HDPê li meclîsê li dû çi ye

Dewleta tirk Kurdistanê dişewitîne parlamentera HDPê li meclîsê li dû çi ye
Dewleta tirk fermana kurdan rakiriye, Kurdistanê dişewitîne, bajrên kurdan yek bi yek tên wêrankirin.
Erdogan û Bahçelî kurdan bi jenosîdê tehdît dikin, a tam di rojeke wiha da parlamentera HDPê Filîz Kerestecîoglu ya tirk li meclîsê ji bo ku jin piştî zewazê paşnavê xwe yê keçiktiyê(qîzaniyê) biparêzin teklîfa qanûnê daye meclîsê.
Jinik tirk e çi îşê wê bi perîşaniya kurdan û wêranbûna Sûrê, Nisêbînî, Silopoyê, Şirnexê û Geverê heye, wek tirkeke femînîst dinya wê cihê ye, ji bo jinikê mesela paşnavê keçiktiyê(qîzaniyê) ji perîşaniya kurdan û şewata Kurdistanê gelkî muhîmtir e.
Mixabin kurdan bi destê xwe, bi rayên xwe malik li xwe viritandin. Dêmeg ez pir rast û biheq bûme gava min got dibê kurd rayên xwe nedin HDPê.
Çare dibê kurd xwe ji van xwenezan û bêruyan xelas bikin. Xuya bû ku vana ne layiqê rayên vî miletî û vê piştgiriyê ne.


Lê yên ev jinika tirk kirin parlamenetera kurdan sed qatî ji vê jinikê xerabtir in û dibê kurd êdî hesabê vê bonkêriyê û stûriyê ji wan bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE