04 april 2016

Beyî Emerîka kes nikane ji heq tirkan derkeve

Emerîka şargeha leşkerî ya Încîrlikê vala dike. Pentagonê ban hemû personal û leşkerên xwe yên li şargehên Edenê, Îzmîrê û Muglayê kir û xwest hemû Tirkiyê biterikînin û vegerin Emerîkayê.
Valakirina Încîrlikê tê di praktîkê da tê maneya Emerîka êdî baweriyê bi Tirkiyê nyane, jiyana leşker û hemwelatiyên xwe li Tirkiyê di ewlehiyê da nabîne. Lema jî Încîrlikê vala dikin.
Mimkûn e di rojên pêş da, piştî ku li Sûriyê federasyona Kurdistanê çê bû ewê şargehên/basên xwe li Kurdisyanê çêkin.
Ji ber ku li herêmê bêyî kurdan tu dost û mitefikekî Emerîka yê saxlem tuneye, di van 5 salên dawî da, di şerê Sûriyê da Emerîkayê ev rastî careke din dît. Berê ev rastî li Îraqê dîtibû, lê dîsa jî nedixwest qebûl bike.
Bes îcar mecbûr e qebûl bike. Tirk, ereb û faris ebeden nabin dost û mitefikên Emerîka û Ewrûpayê. Kultura wan, îdeolojîya wan, şiklê jiyana wan û dînê wan li dijî Ewrûpayê û cîhana xiristiyan e. Tirk, ereb û faris, lê bi taybetî jî tirk û ereb ancax neyartiya Emerîka û cîhana xiristiyan bikin.



XXX
Xebereke xêrê, berdevkê koalîsyona Emerîkayê general Steve Warren gotiye, ”Tercîha Emerîka ew ku ji dêlî ku Reqa dîsa têkeve destê rejîma Sûriyê, bira têkeve destê kurdan û Hêza Demokratîk ya Sûriyê.
Ev gotinên Steve Warren wek tu guleyekê berra eniya Erdogan û Davutoglu bide. Tirk naxwazin bi taybetî ji Emerîkiyan gotinên wiha bibihîzin. Ji bo ku Emerîka dev ji PYDê berde û plana Tirkiyê qebûl bike Erdogan di vê gera xwe ya dawî ya Emerîka da pir hewil da, xwe gelkî avît Obama. Lê Obama daxwaza Erdogan ya antî-kurd qebûl nekir.
Bi baweriya min bêyî Emerîka kes nikane bi tirkan, ancax Emerîka, helbet heger bixwaze, kane îfada wan bigre. Û wer xuya ye Emerîka ewê pozê tirkan baş bifirikîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE