15 mars 2016

Werin ji vê riya şaş û wêrankir vegerin !



Dûran Kalkan got ”me li Cizîrê şaşî kir, me texmîn nedikir dewlet hewqasî jî hov be.”
Lê eynî Dûran Kalakan û eynî PKK, eynî şaşiyê li Nisêbînê, li Şirnexê, li Gewerê û li Diyarbekrê li Baxlara dubare dike.
Madem we li Cizîrê şaşî kir, çima hûn eynî şaşiyê li derê din didin kirin û vê dewleta hov bera ser kurdan didin, mal û bajarên kurdan didin wêrankirin û vî xelkê veqîr bi çol û çepelan dixin?
Ev ne kurdayetî û xizmeta ji gel ra ye, dijminatî ye!
Ez dibêjim tiliya dewletê di vê meselê da heye.
Di destpê da jî şika min ji vê hebû.
Yên ku ji do ye li Baxalara dikin teqreq û dixwazin Baxlara jî bikin Sûr nikane kurd bin û tiştekî wiha ji bo kurd û Kurdistanê bikin.
Kî dizane tiliya dewletê di vî îşî da tuneye?
Kurd, kesên kurdperwer ji bo çi ewê gelê xwe wiha perîşan bikin?
Ji ber ku tu kareke kurdan tê tuneye.
Tu çima wiha dikî?
Tu çi dixwazî û bi vê riyê dixwazî çi bi dest xî?
Bela sebeb hûn dewletê bera ser kurdan didin.
Li ortê tu sebebekî berbeaqil, tu sebebekî meriv rast û bi heq bibîne tuneye.
Her kes zane li Cizîrê û Sûrê çi bû, li Şirnexê, li Nisêbînê, li Gewerê û li Baxlara jî ewê eynî malwêranû û eynî qetlîam bibe!
Bi dîtina min dibê kurd êdî bi girseyî vê siyaseta PKKê ya wêrankir protesto bikin…
Hûn serxwebûnê naxwazin, dewletê û veqetandina ji Tirkiyê naxwazin, hûn dixwazin Tirkiyê demokratîk bikin û li Baxalera jî xendekan dikolin û şerê çekdarî didin!
Ev ne tu hawa ye, kê ev aqil dabe we ev ne tu aqil e, tiştek bi tirkan nayê, tenê hûn mala kurdan dişewitînin.
Bi çend teqînên li vir û li wir û bi kuştina çend tirkan jî ne kurd rizgar dibin û ne jî tu feyde digihîje kurdan.
Werin ji vê riya şaş û wêrankir vegerin û bes zulmê li vî gelê mezlûm bikin û bibin sebebê hovîtî û zulma dewletê…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE