28 mars 2016

Tiştê hatiye serê kurdan neyê serê gurên serê çiyan

Ez bîstik berê bi mamosteyekî kurd ra peyivîm. Li bajarekî Derya Spî mamosteyê dibistana destpêkê ye.
Min li halê wî pirsî. Bi kurtî ji min ra got ”keko, weleh halê me halê êsîran e, êdî li van deran em xwe wek girtiyan, wek êsîran his dikin. Her neheqiyê û heqaretê li me dikin.”

Me gelkî sohbet kir, tiştên min ji devê wî bihîstin ne tenê meriv xemgîn dikirin, tiştên gelkî bi xof bûn.

Li bajarên tirkan li hemberî kurdan neyartiyeke pir vekirî û êrîşkar heye, kurd di binê êrîşeke mezin da ne. Ji ber tirkan daduxun, zulmê, heqaretê dadiqultînin, ya na nikanin li wan deran bimînin.

Dewlet ne bes e milet jî xwe daye ser, miletê tirk jî ji şêla dewletê û hukûmetê cesaretê digre û çavsoriyê û serkutiyê li kurdan dike.

Bi kurtî li Kurdistanê dewletê û li metropolan jî tirkan jiyan li kurdan kirine zindan.
Dewlet jî û tirk jî xwe li kurdan diboqînin, mêrikan em kirine manga bi ga...:((

Di mekteban da perwerdeyeke îslamî ya pir vekirî û întensîv heye, heta bigihîje zarokên sinifên yekê û duduyan jî bi navê hin rojan di merasiman da mecbûrî nimêjkirinê dikin.

Tirkiye bûye Suûdî, perwerde bûye wek ya welatekî li gorî qanûnên şerîetê tê îdarekirin. Tenê nav kêm e.

Kurd dixwazin êdî ji Tirkiyê vegerin welatê xwe. Meyla vegera Kurdistanê xurt bûye. Lê PKKê wa ye gelek bajarên Kurdistanê bi dewletê dan xerakirin. Kurd ewê bi ku da herin?
Welhasilî kelam tiştê hatiye serê me neyê serê kevir û daran, neyê serê gurên serê çiyan…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE