24 mars 2016

Tirkan nehîştin wezîrê Kurdistana Federe bi kurdî bipeyive


Li ser vexwendina Tirkiyê ji Kurdistana Federe wezîrê çandiniyê(zîraetê)Abdulstar Mecîd li Konyayê beşdarî Fûara Teknolojiyên Zevî(erd)bû. Fûarê do dest pê kir û ewê heta 27ê mehê dom bike.
Bêyî Abdulstar Mecîd, ji hukûmeta AKPê wezîrê Gumruk û Tîcaretê Bulent Tufekçî û gelek berpirsiyarên din jî beşdarî merasima vebûna fûarê bûn.
Gava dor hat ser wezîrê Kurdistana Federe Abdustar Mecîd, berpirsiyarên fûarê xwestin Mecîd ya bi tirkî ya jî bi îngilîzî bipeyve.
Li ser vê daxwaza berpirsiyarên fûarê, Mecîd gotiye ew bi tirkî nizane û îngilîziya wî jî ne baş e, lema jî ew dixwaze bi kurdî bipeyve.
Lê berpirsiyarên fûarê qebûl nekirine ew li Tirkiyê, li bajarê Konyayê, li fûareke tirkan û di nava tirkan da û him jî li ba wezîr û gelek berpirsiyarên dewleta tirk bi kurdî bipeyive. Tiştekî wiha ne mimkûn e û qebûlkirina hebûna kurdan e.
Berpirsiyarên hukûmeta Kurdistana Federe ku her roj Erdogan û hukûmeta wî bi asîmanan dixin û wan wek dostên xwe yên sadiq dibînin, gelo piştî vê skandal û heqareta mezin ewê ji hukûmeta AKPê ra tiştekî bibêjin ya na?
Geleo ewê Tirkiyê protesto bikin ya jî vê heqareta tirkan jî wek gelek heqaretên wan yên din daqultînin?
Meriv çawa him wezîrê hukûmetekê biezimîne fûarê, lê nehêle bi zimanê xwe bipeyive!
Ev sosiret e!
Ev bûyer heqareteke mezin e him li Kurdistana Federe û him jî li miletê kurd.
Ne bûyereke ku meriv muhîm nebîne û li ser nesekine.
Lema jî dibê serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li hemberî vê heqareta li hukûmeta Kurdistanê û li miletê kurd bêdeng nemîne, miheqeq protesto bike, daxwaza uzirxwestinê bike.
Li alî din vê bûyer careke din jî nîşan da ku tirk û hukûmeta AKPê hîn jî Statuya Kurdistana Federe nas nakin û bi çavê neyar li wan û li kurdên başûr dinêrin.
Tirk û hukûmeta AKPê hîn jî qebûl nakin wezîrekî kurd li Tirkiyê bi kurdî bipeyive.
De îcar hukûmeta ku nehêle wezîrekî kurd û him jî ji welatekî din bi kurdî bipeyive, ewê çawa mafê kurdên xwe bide?
Kes nikane bibêje ev bûyer tiştekî şexsî ye û bêyî haya hukûmetê bûye. Ev ne rast e, bûyer li ba wezîrê hukûmetê bûye. Heger wezîr li dij derketa ji bavê berpirsiyarên fûarê zêdebû bêedebiyeke wiha bikirana. Tirk cesaretê ji hukûmetê digrin, li devê hukûmetê dinêrin…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE