10 mars 2016

Tirk gelek carên din ewê van hovîtiyên xwe biceribînin

”Îspata herî mezin ya bûdeletiyê(ehmeqiyê), meriv gelek caran eynî tiştî bike lê belê li hêviya netîceyeke cihê be.”
Hinek dibêin ev gotin ya Einstein e, lê hinek jî dibêjin ne rast e, kes tam nizane kê gotiye.
Ji xwe derdê min jî ne îspata xwediyê wê ye.
Min xwest tenê vê gotinê tenê ji bo êrîşên tirkan numûne bidim.
Rastiyek heye kes guh nade vê gotinê, gelek caran eynî tiştî dikin û li hêviyêne ku netîceyeke cihê jê bigrin.
Mesela ji bo ku mesela kurd çareser bikin, tirkan heta nuha gelek caran zor, şîdet, qetlîam û şer ceribandine û tu carî jî netîceya ew dixwazin negirtine:
Lê hîn jî dev ji vê ceribandina xwe bernedane.
Kîjan hukûmet tê ser hukim, li hemberî kurdan zorê, şîdetê û qetlîaman diceribîne.
Em dev ji dema osmaniyan berdin, ji roja komara Tirkiyê ava bûye û heta nuha her hukûmetê li hemberî daxazên kurdan yên netewî zor ceribandiye, lê kesî jî netîceyeke cihê negirtiye.
Piştî her qetlîamê bi demekê kurdan dîsa xwe topî ser hev kirine û micadela xwe dîsa domandine...
Bêguman îcar jî ewê wiha bibe. Hukûmeta AKPê, Davutoglu û Erdogan çi bikin jî nikanin kurdan teslîm bigrin, nikanin agirê doza kurd û Kurdistanê di dilê kurdan da vemirînin.
Bi van hovîtî û qetlîamên xwe tenê kîn û nefreta li hemberî zulm û bindestiya tirkan di dilê kurdan da zêde û xurttir dike



XXX
Li Qoserê xaniyên xwendevan didin polîsan
Dewleta tirk li Kurdistanê xwe reorganîze dike, bi sedhezaran polîs û leşkerên nuh lê hêzên heyî zêde dike. Û gelek xanî û avahiyên dewletê dide valakirin û leşker û polîs, MIT û tîmên taybet lê bi cî dike. Dibastanan, nexweşxaneyan digrin û şargehên leşker û polîsan.
Yanî bi kurtî bi qasî ku xuya dike di rojên pêş da dewletê bi sedhezaran leşker û polîs bişîne Kurdistanê û hêzên xwe yên çekdra baş, tanzîm û teqwiye, xurt bike, zêde bike. Ji bo ku miletê kurd baş bigrin hesargê…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE