16 mars 2016

Sal bi sal xwezî bi par

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd, wek her sal îsal jî qetlîama Helebçeyê li Stockholmê, li Dêra Adolf Fredrîk bi merasimeke dewlemend bibîr anî. Programeke bi ser û ber bû, li gel axaftinên mîvanan, şiîr û muzîkê jî program dewlemend kir.

Îsal wezîra karên derve ya Swêd Margot Wallstrom, , serokê Partiya Lîberalan Jan Bjorklund, serokê Partiya Çep Jonas Sjosted, seoka komîteya Kurdistan û Swêd, Anna Lena Soransson, nûnerê Kurdistanê yê Swêd Şoreş Kadir, seroka Federasyonê Susanna Guven û nûnerê komîteya Hevkarî di şevê da axivîn.

Sal bi sal xwezî bi par. 
Par di 16ê  adarê da rewşa kurdan gelkî baştir bû, ez ji pêşeroja kurdan gelkî bi hêvî bûm.
Lê îsal rewşa kurdan li seranserê Kurdistanê gelkî xrabtir xuya dike. Ev çend meh li Kurdistana bakur di nabêna PKKê û dewletê da ji nişka ve şerekî mezin dest pê kiriye.  Piştî wêranbûna Cizîrê, Hezexê û Sûrê, nuha jî şer li Diyarbekirê, Nisêbînê, Şirnaxê û Geverê dest pê kiriye.  Dewlet di nava bajaran da çekên giran, tank û topan bi kar tîne.

Li Kurdistana başûr û rojava jî rewş pir krîtîk e.
Li başûr kurd hatine nuxteya serxwebûna xwe îlan bikin. Lê ji dinyayê piştgiriyeke temam xuya nake.
Îro li Kurdistana rojava  ji bo îlankirina federasyonê civîn hebû û tê gotin ku PYD bi eqaliyetên din ra ewê federasyonê îlan bike.

Lê şêla rûsan û emerîkiyan hîn ne zelal e, her carê tiştekî dibêjin. Emerîka dibêje yekalî na, bira bi lihevkirin be. Îhtîmal  heye sibe federasyon were îlankirin. Tirkiye bi şîdet li dij e û dixwaze Emerîka jî li dij derkeve. 

Welhasilî kelam rewşa pir tevlihev e, hela ka em binêrin ewê here li ku bisikene.
Yanî 28 sal di ser qetlîama Helebçeyê ra derbas bûye lê rewşa kurdan zêde neguherîye. Pir hindik rewşa Helebçeyê berdewam e.

Di şevê da Medenî Marşîl kitêba xwe ya li ser Hîkmet Buluttekîn((Dildarê Doza Kurdistanê Hîkmet Buluttekîn-Çeko) ji min ra îmze kir.

Ev xebat û lêkolîna Medenî Marşîl gelkî hêja ye. Ji ber ku heta nuha li ser vî canfîdayê kurd û Kurdistanê tu lêkolîn nehatiye kirin. Lema jî ev xabata Medenî Marşîl destpêkek pir hêja ye, mala wî ava be.
Ezê bi kêfxweşî bixwînim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE