30 mars 2016

Pentagonê xwest hemû emerîkî tavilê Tirkiyê biterikînin

Emerîkayê(DYA) do ji nişkave ji hemû hemwelatiyên xwe yên li Tirkiyê ne xwest tavilê Tirkiyê biterikînin.
Basa(binkeha, şargeha)leşkerî ya herî mezin ya DYA û Natoyê li Tirkiyê li bajarê Edenê li Încîrlikê ye. Bi hezaran leşker û malbatên emerîkî li Încîrlîkê ne.
Ev banga Emerîka ya ji nişka ve li Tirkyê her kes matmayî hîşt. Emerîka li ciyê rehetiyê, tehdîd û sebebekî cidî tunebe bangake wiha li hemwelatiyên xwe nake. Miheqeq ji derekê bînek girtiye, miheqeq li hemberî hemwelatiyên xwe tehdîdek cidî dîtiye, lema ev biryara bi lez da.
Berî vê bi çend rojan Almanya û Belçîkayê jî biryarên wiha girtibûn...
Diyar e li Tirkiyê li hemberî emerîkî û ewrûpiyan hin tahlûke hene. Lê gelo ev tehlûke çi ne û ji kê tên?
Ez bawer nakim Emerîka û Ewrûpa ji leşkeran bitirsin û ji ber leşkeran birevin.
Yanî heger îhtîmala darbeyeke leşkerî hebe jî ez dibêjim ewê ne li dijî Emerîka û NATOyê, belovacî wê, darbeyeke dostê Emerîka û NATOyê be, bi kêmanî bixwaze piştgiriya Emerîkayê bigre.
Lema jî ez texmîn nakim Emerîkayê ji tirsa darbeyeke leşkerî ev biyar girtibe.
Ji vê bêtir Emerîka dikane ji zilamên MITê-Daîşê hesaban bike, MIT dikane wek kuştina turîstên alman, wek bûyera Taksîmê bi merivên xwe yên di nava Daîşê da emerîkiyan bidin kuştin û têxe hustuyê Daîşê, û dû ra jî çend kesan bigrin û bibêjin vana Daîş in.
Heta dikanin têxin hustuyê YPGê jî.
Dikanin bi ajanekî xwe yê kurdê Sûriyê, yekî di nava YPGê da li Încirlikê ya jî li dereke din çend emerîkiyan bidin kuştin û bibêjin, ”me ji w era digot PYD û YPG terorîst in we qebûl nedikir, mêza wa ye hûn kuştin…” filan û fîşmekan.
Him kurdên werin kirîn pir in û him jî kurdên neyarên qewmê xwe. Yanî tirk kanin tiştekî wiha li hev ragrin.
Ji bo ku Emerîka piştgiriya xwe ji ser PYDê û YPGê qut bike, Erdogan dikane her tiştî bike.
Ji bo ku YPGê di bin tohmetê da bihêle, ji bo ku nabêna Emerîka û PYDê xera bike, tirk tiştê nekin tuneye.
Ji xwe Erdogan her roj, bi israr dibêje ”YPG û Daîş bi hev ra kar dikin…”
Yanî ne tenê dibêje YPG ”terorîst” e, mêrik bêyî ku şerm bike, bêyî ku ji xwe fedî bike, dibêje YPG û Daîş bi hev ra dixebitin.
De îcar merivekî hewqasî çamûr û hewqasî bêexlaq û namerd bêguman bêbextiyê neke tuneye.
Hesabê Erdogan û tirkan ev e:
Gava Emerîka piştgiriyê nede PYDê, kurd ewê li Sûriyê wenda bikin û piştî qedandina şer û hatina aştiyê ewê nebin xwedî maf.
Yanî ji bo ku li Sûriyê kurd nebin xwedî maf dibê PYD û YPG alîkariyê ji Emerîkayê negrin û ji bo alîkariyê negrin jî dibê herdu jî terorîst werin îlankirin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE