06 mars 2016

Ma hûn nuh pê hesiyan?

Li gorî rapora wezareta karên derve ya Emerîkayê, ”Ji ser sînorên Tirkiyê teror tê fînasekirin”!
Hûn çi xebîs û keftar in!
Ma hûn nuh pê hesiyan?
Ma heta nuha we nizanîbû organîzator û fînasorê Daîşê, Nusrayê û yên hemû çeteyên din Tirkiye ye?
Hûn çi durû û telaqreş û bêbext in!
Heta terorê zirar neda we, hûn nerehet nekirin, we ji alîkarî û fînasoriya Erdogan ra dengê xwe dernexist, we çav û guhên xwe girtin.
Hûn neçûn ser Erdogan û çeteyên wî.
Erdogan dinya li bin guhê hev xist, Sûriye tar û mar kir, 300 hezar însan dan kuştin. Bi milyonan însan koçber kirin. Kurdistan wêran kir. Bi hezaran qatil û psîkopat ji dinyayê bir Tirkiyê û şand ser kurdan û Sûriyê.
We 5 salan zêde dengê xwe nekir, we tim rewş îdare kir, serî li meselê gerand û neçûn ser Erdogan û çeteyên wî.
Lê gava terorîstan zirar gîhand we jî, Ewrûpa jî nerehet û tehdît kir, gava Erdogan bi milyona koçber rêkirin ser we, a wê gavê çavên we vebû û hûn pê hesiyan ku Tirkiye alîkariya terorîstan dike.
Ji roja roj da hûn dizanin ku hemû terorîstên îro li Sûriyê hene ji alî Tirkiyê ve hatin organîzekirin û bi saya alîkariya Tirkiyê hene. N e alîkariya Tirkiyê be nikanin mehekê jî li ber xwe bidin.
Lê di van demên dawî da tiştê meriv fêm dike êdî hûn dixwazin dawî bidin vê tevliheviyê û terorîstên Tirkiyê biqedînin, lema jî êdî hûn piço piço qala alîkarî û fînansoriya Tirkiyê ya bi terorîstan ra dikin.
Çimkî netîceyên terora çeteyên Tirkiyê û şerê Sûriyê li Balkanan û seranserê Ewrûpayê kaoseke mezin peyda kiriye, sînor û serxwebûna welatan nema.
Û ev kaos roj bi roj mezintir dibe, bi milyonan însan bi zor xwe li sînorên Balkanan û Ewrûpayê diqelibînin. Vê yekê li Balkanan û Ewrûpayê gelek gelşên cidî petda kiriye, dikane bûyerên pir mezin derkevin.
Ev yek helbet we ditirsîne.
Lema jî hûn nuha qala alîkariya Tirkiyê ya bi terorîstan ra dikin, vê fînansoriyê dibînin.
Qal bikin, bibînin baş e, ev yek îşareta taliya Erdogan e jî, gava teror biqede wek heval û fînansorê terorîstan îşê Erdogan-Davutoglu jî ewê biqede û bi îhtîmaleke mezin ewê jî bela xwe bibînin, ceza xwe bikşînin.
Yanî meriv dikane bibêje pêşeroja Erdogan û çeteyên li dora wî tarî ye, bi terorîstan ra ewê jî werin darizandin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE