07 mars 2016

Li gorî Muhsîn Kizilkaya "dibê kurd minetdarên tirkan bin"!



”Kurdên Tirkiyê li gorî kurdên din di cinetê da dijîn. Û ji ber ku tirkan kurd ji Tirkiyê neqetandine dibê kurd ”minetdarên” tirkan bin…”
Rojnamevan Hela Kaplan Ozê ji Muhsîn Kizilkaya ra gotiye:
” Ma minetdariyeke kurdan ji tirkan ra heye gelo?”
Kizilkaya gotiye:
”Erê. Gava kurd ji erdên xwe qetiyan û mecbûrî koçberiyê bûn, tirkên li van deran dijîn negotin ”lawê te terorîst e, here cem lawê xwe…”
Dewleta tirkan gundên kurdan şewitandin û kurd bera çolan dan. Kizilkaya dibêje ji ber ku tirkan jî berê kurdan nedane çiyan dibê kurd spasdarên tirkan bin, ev deynê kurda ye.
Li gorî Kizalkaya, ”Kurd, Tirkiyê wek dewleta xwe dibînin. Tu daxwazeke wan li kêleka vê dewletê dewleteke din ava bikin tuneye.”
Ji ber ku ew bûye aqilmendê Davutoglu û çend qurişên rezîl digre bêguman ew dewletê naxwaze, lê li ser navaê kurdan derewan dike.
Û ji bo Cîzêrê û Sûrê jî gotiye dewletê pirbi sebir û li gorî mafên însanî hereket kir:
”Heger van tevgeran di salên 1930î da bibûya li Dêrsimê çi bû ewê li Sûrê û Cizîrê jî eynî tişt bûya. Lê belê dewlet di çarçeveya mafên însanî da, bi sebir nêzî meselê bû. Û Gel jî ji dêlî liberxwedanê herêm terikand.
Gava kurdên Tirkiyê bi kurdên din ra were muqayesekirin, kurdên Tirkiyê di cinetê da dijîn.”
Tiştê herî xerîb Murad Ciwan jî ev nivîsa Kizilkaya belav kiriye.
Û ne ev nivîsa wî tenê, her nivîsa Kizilkaya belav dike.
Muhsîn Kizilkaya kî ye?
Aqilmendekî serokê dewleta tirk e.
Yanî ne aqilmendê bekçiyekî ye, yê serokê dewleta tirk e.
Kurdistan jî di bin îşxala dewleta Davutoglu da ye.
Kurd bindestên Dewleta Davutoglu ne.
A Muhsîn Kizilkaya aqilmendê merivekî wiha ye.
Davutoglu ewê Kurdistanê çawa îdare bike, çawa nehêle kurd azad bibin, li hemberî kurdan ewê çawa şer bikin, bi Muhsîn Kizilkaya dişêwire, aqil ji wî digre.
Û Murad Ciwan jî di belavkirina nivîsên kaypaxekî(donekekî)wiha da tu şaşiyekê nabîne.
Diyar e Murad Ciwan him karê Muhsîn Kizilkaya û him jî nivîsên wî rast dibîne. Ji xwe ne wisa be belav nake.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE