05 mars 2016

Kovara BAR li hemû xwendevanên kurd pîroz be !




Bi xêra medyaya sosyal(civakî) meriv ji gelek tiştan, ji tiştên baş jî û xerab jî haydar dibe.
Berê ne wiha bû, heta me xebereke dibihîst di ser ra wext û zeman derbas dibû. Lê ”kafiran”  ev dinya bêserî û bêdawî  ji gundekî jî biçûktir kirin.
Çend keç û xortên mûşî kovarekê derdixin ez li Stockholmê tavilê pê dihesim û di cî da wan pîroz dikim.
Û ew jî di eynî bîstikê da nivîsa min dixwînin û bersîvê didin min…
Di rewşê wiha da diya min dibêje ”îşê Xwedê çi xerîb e!”
Lê ji îşê Xwedê bêtir, îşê ”KAFIR”an e.
Yanî îcadên van ”kafiran”  ji însaniyetê ra kirine  dûrî aqilê me ye.
Ji ber ku aqilê misilmanan naçe ser tiştên wiha.
Bi xêra Facebookê do min dît hin keç û xortên serhedî(mûşî)zend û bendên xwe vemaltine û di van rojên tarî, rojên mişt êş û jan da kovareke bi navê ”BAR” derxistine.
Bi qasî min fêm kir kovar bi kurdî ye. Lê kovar ewê salê çend hejmar derkevin ez nizanim. Li ser peryoda weşanê û naverok û zimanê wê tu agahdariyeke min tuneye. Min tenê xebera derketina wê xwend.
Bi dîtina xebera li ser kovarê ez gelkî kêfxweş bûm û min bi vê nivîsa li jêr derketina kovarê(BAR) pîroz kir.
Bi vê nivîsa xwe min xwest him mizgîniya derketina kovara ”BAR” bidim we, we ji hebûna kovara ”BAR” haydar bikim û him jî nivîsa xwe ya pêrozbahiyê bi we ra parve bikim.
Bi minasebetên wiha meriv dibîne ku keç û xortên evîndarên zimanê xwe ne, kesên zanin bi kurdî binivîsin û bixwînin ne hindik in, pir in.
Meriv vê yekê bi xêra medyaya sosyal dibîne.
Ev yek him min dilşa dike û him jî hêviyekê dide min.
Çimkî  ji bo berdewamiya zimanê kurdî dibê nifşên(cîlên)nuh bi kurdî bizanibin û binivîsin, berhemên bi kurdî bidin gelê xwe.
Yanî di nabêna nifşan da dibê berdewamiyeke hebe.
Hin kes li pey tiştên “bêqusûr” û mukemel in, berhemên ne li gorî zewq û pîvanên wan bin pîs dibînin û tu feydeyekê di hebûna wan da nabînin.
Heta tiştên wiha, berhemên wiha bi zirar jî dibînin.
Ez bi xwe wer nafikirim, di edebiyata nivîskî da tu berhemeke “pîs” û bi “zirar” tuneye.
Bi her zimanî tiştên, berhemên yek ji yekî xweştir hene.
Ev qaîde ji bo kurdî jî derbas dibe.
Di kurdî da jî helbet hin berhem hene di warê zimên, naverok û hostatiya edebî da ji hin berhemên din baştir in.
Lê ev nayê wê maneyê tunebûna hin berheman ji hebûna wan çêtir e.
Ez bi xwe her tiştê bi kurdî tê nivîsîn muhîm, baş, bi feyde û hêja dibînim.
Û ji xwe meriv bi derbekê da nabe hoste, ev îş qonax bi qonax e, meriv berê dibe şagirt, dû ra dibe xelfe û dû ra jî dibe hoste.
Lê dibê em ji bîr nekin ku hosteyê di ser hev ra jî hene, her hoste bi qasî hev ne hoste ye, hosteyên hesteyan jî heye…
Careke din ez kovara BAR pêroz dikim û ji hemû nivîskar û kedkarên wê ra serketinê dixwazim.

“Xortê xoşewîst û kurdperwer Bîlal Ata Aktas, ji ber ku çend we keç û xortên kurd biryara weşandina kovara ”Bar” daye ez we hemûyan ji dil û can pîroz dikim.
We biryareke rast girtiye û akrekî hêja û ji bo kurdan bi feyde daye ber xwe.
Erê we bi ”Bar”, barekî giran daye ser milê xwe lê hêjaye meriv wek xort, wek keç û lawê kurd tëkeve bin vî barî.
Heger hûn, yanî keç û xortên nuh radibin û li zanîngehan dixwînin nekevin bin barên wiha, berpirsiyariyên wiha negrin ser milên xwe ma kî ewê bike?
Ya din jî ji ber ku hin keç û xortên mûşî dest avêtine karekî wiha gelkî kêma min hat. Çimkî van mêrdinî diyarbekriyên ëdî em merezarï kirin efendim. Tu kïjan kevirî radikî yekî mêrdînî ji bin derdikeve û carnan jî diyarbekrî.
Ji me ruhayiyan(îsotçiyan) hey tu tişt sadir nabe, qenekê serhedî bira zend û bendênn xwe vemalin û wek şêr û şepalan dakevin qada xebatê û ji van mêrdiyan ra bibêjin, ” bes e zirtan bidin xwe, va ye em jî hene û ji w ene kêmtir in jî…”
Bêguman derxistina kovareke kurdî ne hêsa ye, gelek dezavantaj û zahmetiyên wê hene. Lê her kar wiha ye, dibê meriv netirse û xwe tevê ke.
Meşa herî dirêj jî bi gava pêşî dest pê dike.
Û ji bo berdewamiyê jî dibê meriv îstîkrarê nîşan bide, dibê meriv zû neweste…
Hêvî dikim ”BAR”, bi xwerû bi kurdî ye, heger xwerû ne bi kurdî ye, tevlihev e, bi baweriya min ne baş û hûn dernexin baştir e.
Bi dîtina min di roja îro da her tiştê ne bi kurdî, çi dibie bira bibe, rojname, kovar, kitêb, telewîzyon, radyo, malperên internetê û hwd, ne li kara kurda ye, ji karê bêtir zirarê dide kurdan, pir hindik ji asîmîlebûna kurdan ra xizmetê dike.
Kovar, rojname, telewîzyon, malper û hwd. kurdan hogirî zimanê tirkî û edebiyta tirkî dike û ji kurdî bi dûr dixe.
Heta gelekê caran însanan ji kurdayetiyê jî sar dike.
Lema jî heger merivê derxe dibê kovareke xwerû bi kurdî derxe, ne kurdî-tirkî tevlihev.
Lê heger ji bo karekî wiha kadir û îmkan tunebe, bi dîtina min dibê meriv ji tirkî ra jî xizmetê neke.
Dera tirkî lê hebe kurdî bo pêş nakeve.
Ez viya ne ji bo kovara we tenê dibêjim, ev 35 sal in ez xwediyê vê fikrê û vê baweriyê me û tim û tim jî dubare dikim.
Ji nuha da ji we ra, ji kovara ”BAR” a xwerû bi kurdî ra serketinê dixwazim….
Gelek sialvên dostaniyê.”
Zinarê Xamo

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE