29 mars 2016

Jiyan carnan nayê kişandin !


Jiyan carnan nayê kişandin, pir tahl û tirş dibe, meriv ne zane biqîre û ne jî zane sukût bike.
Carnan gotin pere nake.
Ne qîrîn û hawar pere dike û ne jî bêdengî.
Meriv nizane çi bike?
Jiyan mişt surprîz in, carnan meriv matmayî dihêle, heta dişeqizîne. Fena ku ji asîmanan da gomeyek bi ser serê meriv da bikeve.
Meriv nizane dilê xwe li kê rehet bike û li kê rehet neke !
Ji kê ra barek xeber bide û ji ê kê ra nede!
Li kê barek nifir bike û li kê neke!
Axir jiyan carnan pir bi êş e, bi meriv wek zelindarê tahl dibe û wek qîrê jî li ber çavê meriv reş dibe...
Hela piştî ku tu kurd î bihuşta te her tim ji nişka ve dikane bibe dojeh.
Lê xwedê kiriye ku hêvî tim zora bêhêvîtiyê dibe.
Qey ev rojên giran jî ewê derbas bibin.
Qey ev milet jî ewê rojekê bigihîje azadiya xwe.
Qey rojekê miletê kurd jî ewê ji van siyasetmedarên korfahm û xwelîser xelas bibe...

2016-03-28

XXX


Carnan meriv dixwaze dilê hinekan ji xwe bihêle. Lê ji bo ku xelk nebêje ev bi te nakeve, meriv hêrsa xwe berra hundurê xwe dide.
Ya ela ya sebûr !

2016-03-28

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE