11 mars 2016

Him seroka partiyeke kurd e û him jî li dijî çêbûna Kurdistanê ye



Seroka PYDê Asya Abdulah gotiye, ”Dewletên emperyalîst ji bo ku em dewleteke kurd ava bikin zorê didin me, lê belê emê tu carî neyên vê lîstikê.”
Heger bi rastî Asya Abdulah ev gotin kiribe ji bo PYDê skandal û rûreşiyeke mezin e.
Û di eynî wextê da heqareteke li hemû keç û xortên li Kobanê û Kurdistana Sûriyê canên xwe feda kirin.
Xanim him seroka kurda ye û him jî li dijî avabûna dewleteke kurd e !
Ecêba giran, sosireta mezin !
Madem Asya Abdulah xanim yeka hewqasî ”antî emperyalîst” e, wê demê di şerê Kobanê da çima xwe avêt dexl û bextê emperyalîstan û ji wan alîkarî xwest.
Çima ji alîkarî û bombebaranên emperyalîstan ra li çepikan dixist?
Ne alîkariya emperyalîstan bûya îro Asya Abdulah tunebû, Koban îro di bin destê qatil û çeteyên Daîşê da bû.
Dibê Asya Abdulah rabe û rûne û spasî "dewletên emperyalîst bike. Û nuha jî ne ji tirsa dewletên emperyalîst be tirk ewê me li hewa bixwin...
Madem tu dewleta kurd naxwazî wê demê şerê te ji bo çi ye û tu li pê çi ye û çi dixwazî?
Ez bi xwe bawer nakim ”dewletên emperyalîst” ji bo avakirina dewleteke kurd zorê bidin Asya Abdulah.
Lê heger bi rastî tiştekî wiha hebe û Asya Abdulah li dij be, ev neyartiya miletê kurd e, dibê kurd li hemberî vê xanima li dijî dewleta kurd serî hildin û li her derê wê û partiya wê protesto bikin.
Heta nuha me digot dinya, emperyalîst alîkariya me nakin, naxwzin em kurd bibin xwedî ddwlet.
Lê heger ”emperyalîstan” nuha siyaseta xwe guhertine û ji bo dewleteke kurd alîkariya me dikin, lê belê Asya Abdulah û PYD li dij derdikeve sosiret û rûreşiyeke mezin e.
Her kurd dibê vê beyana Asya Abdulah bi şîdet protesto bike. Li hemberî gotinên wiha dibê kurd bêdeng nemînin. Dibê kesên wiha nebin serokên kurdan.
Em nikanin welatê xwe rizgar bikin, kes alîkariya me nake ev tiştekî din e, lê belê gava xelk bixwaze alîkariya me bike û em bibêjin ” na em serxwebûnê naxwazin” , ev neyartiya miletê kurd e.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE