14 mars 2016

Heta kurd azad nebin ne dawiya şer tê û ne jî kes ruyê rehetiyê dibîne


Heta kurd azad nebin û Kurdistan çê nebe li rojhilata nêz û navîn ne dawiya şer tê û ne jî kes ruyê rehetiyê dibîne.
Rehetî jî, îstîkrar jî girîdayî azadbûna kurdan û avabûna Kurdistanê ye. Lê tirk vê rastiyê qebûl nakin.
Û di bindestiya kurdan da israr dikin.
Tirk dibêjin kurd carê xerab ketine, carê bûne bindest, dibê heta û heta jî bindest û kole bimînin.
Her cara ku kurd îtîrazî vê bindestiyê û koletiyê bikin, emê wan bikujin û bajarên wan yeko yeko bi ser serê wan da bihedimînin.
Sebebê ku tirk bela xwe ji kurdên Sûriyê û PYDê venakin ev e.
Sebebê ku şerë wan PKKê nasekine ev e. Dewlet naxwaze hebûna kurdan, mafê kurdan qebûl bike.
Roja dewleta tirk were vê nuxteyê dikane di anva mehekê da bi PKKê ra li hev bike û dawiyê bide şer.
Lê nake. û demeke din jî ewê neke, ewê di siyaseta dewletê ya resmî yanî înkar û îmha kurdna da israr bike…
Lema Tirkiye jî hêdî hêdî dikane bibe Îraq û Sûriye. Tirk dibêjin ” yê ba(bê) biçîne ewê bahozê biçine…”

XXX
Fermo, bibînin dewleta tirk, "birayên" me yên tirk û misilman çiqasî ji me hez dikin û bi çi zulmê, bi çi wahşetê, bi kûçikbaviyê me dikujin!
Kurdê hîn jî di heq vê dewletê û vî miletî da tiştekî baş bifikire ew ji vê dewleta bênamûs û faşîst xerabtir e...
Dibê meriv vî rismî ji Ensarîoglu, Mehdî Eker, Mehmet Mehmet Şimşek, Kizilkaya, Miroglu û hemû wezîr û parlamenterên AKPê yên ra jî bişîne. Bira eserê hukûmeta xwe bibînin û pê serbilind bibin....

XXX
Dewleta tirk Nêsibîn bi leşkerekî giran û bi tank û topan îşxal kir. Milet bajar terikand û leşkerên tirk li çarhawêlên bajêr bi cî bûn. Wisa xuya ye ew jî wek mogolan Nisêbînê bişewitînin.
Dewleta tirk dixwaze li Nisêbînê jî wek li Cizîrê, Sûrê, Dêrikê û Hezexê mêraniya xwe, hêza xwe, meziniya xwe nîşanî me kurdan bide.
Bira dilê PKKê rehet bibe.
Piştî mehek, du meh teqereq Nisêbînê jî bibe Cizîr û Sûr.
Ez nizanim bi vê siyasetê PKK li pey çi ye û dixwaze çi bi dest xe?
Ez bi xwe tu heqiyekê, tu karekê di vê întîxarê da nabînim...


https://www.facebook.com/1082781608404299/photos/a.1086335254715601.1073741827.1082781608404299/1312757678740023/?type=3&theater

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE