10 mars 2016

Hadê xwe bavêje karê me heye !


Pêr li Stenbolê yekî bi navê Erol Çetîn, xwe ji ser pira Bogazîçîyê avêt jêr û întîxar kir.
Berî întîxarê polîs digihîje çiyê bûyerê û bi Çetîn ra dipeyive, dixwaze wî îqna bike.
Polîs gotiye, ”digot deynê min heye, ez nikanim deynê xwe bidim.”
Polîs 45 deqîqeyan pê ra peyivîye, jê ra gotiye ez jî deyndar im, ma dibê ez jî bera serê xwe bidim û xwe bikujim? ”
Li gorî îfadeya polîs, wî tam Çetîn îqna kiribû û dikira ji pirê daketa, du jin di wê esnayê da dixwazin ji pirê derbas bibin, bi Erol Çetîn da diqîrin, jê ra xeberan didin û dibêjin:
-Ji ruyê te bi saetan e em di trafîkê da dipên. Heger tu yê xwa bavêjî bavêje ! De xwe bavêje ha…!”
Li ser van gotinên jinikê, Erol Çetîn xwe bera valahiyê dide û di nava avê da wenda dibe…
Tirkiye weletakî wiha ye, ûjdan, merhamet û însaniyet lê nemaye, ji bo ku çend deqîyeyan di trafîkê da nepê, ji merivekî li ber întîxarê ra dibîje ”de zû întîxar bike, karê me heye”!
Dera însaniyet lê nemabe însan wiha zalim û bêmerhamet dibin…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE