Ev risim do li Diyarbekrê li Sûrê hat girtin.
Tirk, dewleta tirk, hukûemta AKPê bi vî hawî mêraniya xwe nîşanî me kurdan dide...
Tirk, dewleta tirk, hukûemta AKPê bi vî hawî mêraniya xwe nîşanî me kurdan dide...
Tu ferqeke vî rismî ji kampên naziyan tuneye.
Vî rismî parve bikin ji bo ku her kurd, bi namûs bênamûs her
kes bibîne.
Bira kurdên bêheysîyet ku hîn jî xulamên vê rejîma faşîst
in, li hemberî vê bênamûsiyê hîn jî dengê xwe nakin, ew jî bibînin û bi hukûmet
û dewleta xwe îftîxar bikin.
Dewleta tirk ya faşîst li hemberî kurdan bi şer û qetlîman
ra, şerekî psîkolojîk jî dimeşîne. Ev rismê rûreşiya miletê tirk û dewleta tirk
îspata vî şerê psîkolojîk e.
Bi vî rismê şermê neînsaniyetiyê mêraniya xwe, xurtiya xwe
nîsanî me kurdan didin, dibêjin gava hûn li hemberî me rabin, gava hûn bêemriya
me bikin, gava hûn xulamtiya me qebûl nekin, emê we wiha şût tazî bikin û pişta
we bispêrên dîwaran….
Meriv ne bênamûs û bêşref be, ne faşîst û wahş be, ji
naziyan û hovên Daîşê ne xerabtir û namerdtir be însanan wiha tazî nake.
Muhsîn Kizilkaya wê rojê gotibû ”kurdên Tirkiyê di cinetê da
dijîn”, rast e, ev risim îspata cineta Kizilkaya qal kiriye(!)
Yê bibe zilam û xulamê dijminê xwe ûjdan jî pê ra namîne…
HDPya, kurdên digotin ”em û tirk bira ne”, dibê em bi hev ra
bijîn, bira baş bala xwe bidin huner û însaniyeta birayên xwe.
Dibê em vê zulma tirkan ebeden ji bîr nekin…
Lê li alî din heta em wiha bindest bin, halê me ewê tim ev
perîşanî be…
XXX
Bîstik berê min bala xwe da hin kanalên telewîzyonan. Di telewîzyona Haber Turkê da Sezgîn Tanrikulu, Celal Dogan, yekî din û jinekê balamin kişand.
Bîstik berê min bala xwe da hin kanalên telewîzyonan. Di telewîzyona Haber Turkê da Sezgîn Tanrikulu, Celal Dogan, yekî din û jinekê balamin kişand.
Jinik parlamentera AKPê ya Erzeromê Zehra Taşkesenlioglu bû.
Di wê bîstikê da Zehra Taşkesenlioglu dipeyivî. Min 4-5 deqîqeyan li minaqeşa
wê û Celal Dogan temaşe kir.
Min heta nuha însaneke wiha rezîl, bêexlaq û çamûr nedîye.
Yekî di facebokê da got di ser da jî kurd e.
Yekî di facebokê da got di ser da jî kurd e.
Min got jin, lê ne jin bû, dêlegur eke devbixwîn û dêlikeke
har bû.
Xwedê kir Erdogan serokkomarê Tirkiyê ye, heger ji dêlî Erdogan Zehra Taşkesenliogluya kurd ya ji Erzeromê serokkomara Tirkiyê bûya ez bawer dikim ji zû da hemû kurd dabûn qirkirin.
Xwedê kir Erdogan serokkomarê Tirkiyê ye, heger ji dêlî Erdogan Zehra Taşkesenliogluya kurd ya ji Erzeromê serokkomara Tirkiyê bûya ez bawer dikim ji zû da hemû kurd dabûn qirkirin.
Dibê meriv hevza xwe ji zebaniyên wiha bike…
Lê ez fêm nakim yekî wek Sezgîn Tanrikulu û Celal Dogan,
çawa tenezul dikin, çawa li xwe datînin bi dêlikeke hewqasî har û hewqasî cahil
û bêmistewa ra mesela kurd minaqaşe bikin?
Em kurd ketin çi halî yaho….
Em kurd ketin çi halî yaho….
XXX
8ê Adarê li hemû jinên kurd yên kurdperwer û fedekar pîroz be !
8ê Adarê li hemû jinên kurd yên kurdperwer û fedekar pîroz be !
Bi hêviya ku hêzên kurd li hemberî neyarên xwe bibin yek û
dewletên îşxalkar ji welatê xwe derxin û Kurdistaneke azad û serbixwe ava bikin
û di salên pêş da em 8ê Adarê li Kurdistanake azad pîroz bikin, 8ê Adarê li
hemû jinên kurd yên kurdperwer û fedekar pîroz be !
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar