17 mars 2016

Erdogan jî wek Mîlosevîç ji Ewrûpayê ra bûye talûke


Fîlozof û zimanzanê emerîkî Noam Chomsky gotiye, ”Erdogan ne ji bo Tirkiyê tenê, ji bo welatên din jî êdî bûye tahlûke.”
Ev tespîta Chomsky pir muhîm e û sînyala destpêka dawiya Erdogan e, sînyala ketina wî ye.
Li dinyayê serokek heta ku ji welatên der û dora xwe ra, ji Ewrûpayê û ji Îsraîl ra nebe tahlûke, ewrûpî Û Emerîka îşzê xwe zêde jê naynin, bela xwe tê nadin, ji bo xistina wî naxebitin. 
Lê gava zirara wî bigihîje Ewrûpayê û Îsraîl, a wê demê rengê meselê tê diguhertin û ketina wî digrin rojeva xwe.
Medya û ronakbîrên ewrûpî dest bi rexnekirinê dikin.
Mesela wek Seddam, wek Qedafî, wek Mursî, wek Mîlosevîç.
Gava zirar dan Ewrûpayê û huzûra wan revandin Emerîka û Ewrûpayê ji bo xistinê ew girtin deftera xwe û xistin…
Ewê eynî tiştî bînin serê Erdogan jî.
Bi rastî jî Erdogan êdî ne ji bo Tirkiyê û kurdan tenê, ji bo Ewrûpayê, ji bo dinyayê jî bûye tehdîdek mezin.
Şantaja Erdogan ya bi koçberan Ewrûpa serobinî hev kir, huzûra wan revand, jiyana wan xera kir, dûzan û demokrasiya wan tehdît dike.
Û ew ji tecrûbeyên xwe û ji dîrokê zanin şexsek, dîktarorek dikane bibe sebebê bela û felaketên mezin.
Hîtler numûneyeke herî nêz e.
Lema jî ewê viya ji Erdogan ra nehêlin.
Ji ber ku Erdogan êdî ne ji bo Tiriyê tenê, ji bo hemû welatên cîranên xwe, ji bo Îsraîl û Ewrûpayê jî êdî tahlûke û tehdîdeke pir mezin e.
Erdogan ji bo Ewrûpayê îro ji Seddam û Qedafî û Mîlosevîc pir û pir tahlûketir e. Lema jî ava wî germ dikin, ewê serê wî bişon.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE