25 mars 2016

Erdogan got piştî Belçîkayê îcar dora Rûsyayê ye

Erdogan dîktatorekî  pir cesûr e, 28 welatên Yekîtiya Ewrûpayê bi qirşekî jî nahesibîne, gefan li wan dixwe, wan eşkere tehdît dike. Bi milyonan koçberên ereb rê dike ser wan, terorîstan perwerde dike û dişîne Ewrûpayê. Û hemû ewrûpî bi viya zanin, lê dîsa jî kes newêre ji Erdogan û tirkan ra bibêje hilêbilê…
Piştî êrîşên terorîstê yên li Brukselê, Erdogan dîsa vekirî gotiye, heta ku hûn PYDê jî wek Daîşê terorîst qebûl nekin û piştgiriyê nedin siyaseta min ya Sûriyê teqînên wiha ewê tu carî nesekinin. Ji bo ku teqîninnebin dibê hûn wek min bikin.
Bala xwe bidinê mêrik çi gotiye:

”Vana bi mensûbên rêxistina terorîst li kêleka Konseya Ewrûpayê çandir dan vekirin. Di çandira xwe da potika xwe(yanî ala xwe) li ba dikin. Piştî du rojan çi bû? Alma mazlumun ahını, çıkar aheste aheste!”
Maneya biwêja” Alma mazlumun ahını, çıkar aheste aheste” wihaye:

”Xwedê nifira kesê zulm lê bûye miheqeq qebûl dike û heyfa wî miheqeq ji yê zalim digre.”

Yanî mêrik dibêje çê û xweş bû, dilê min rehet bû, we ev teror û qetlîam heq kiribû. Ji ber ku hûn zalim in, ji ber ku hûn bi gotina min nakin û ji PYDê ra nabêjin terorîst, lema jî baş bû ku ev îş hat serê we.
Tabî her kes zane ku ”terorîstiya” PYDê vir e, PYDê tu carî terorîstî nekiriye. PYD li hemberî hêzeke terorîst ya herî wahş û cinawir şerekî canfîda dike. Û ji xwe ev şerê PYDê Erdogan pir nerehet dike, dixwaze Daîş zeîf nebe. Çimkî qatilên Daîşê çeteyên wî nin, ew perwerde dikin.

Erdogan wek dîktatorekî ji ewrûpiyan ra dibêje, heger hûn dixwazin li bajarên we bombe neteqin, gerek hûn nehêlin kurd li Ewrûpayê belavokekê jî belav bikin. Em li Tirkiyê çi tînin serê kurdan, gerek hûn jî li welatên xwe eynî tiştî bînin serê wan, me ji we çi xwest gerek hûn wiya bikin. Gerek hûn alîkariya kurdên Sûriyê nekin.

Dema hûn alîkariya kurdên Sûriyê bikin û ji PYDê ra jî nebêjin terorîst, ezê jî rehetiyê nedim we, ezê jiyanê wiha li we bikim zindan,  tim li vir û li wir bi zilamên xwe bombeyan bidim teqandin.
Mêrik viya ne tenê ji Ewrûpayê ra dibêje, wa ye ji Rûsyayê ra jî gotiye:

”Ez ji welatên nuha destegê didin PYDê ra dibêjim. Heger hûn li ser menfaetê bi hev kevin PYD ewê eynî wek Daîşê êrîşên bi bombe bike. Ez ji vir bala Rûsyayê dikşînim. Ew dibêjin belkî wan ji PYDê ra buro vekirîye lema jî PYD ewê tiştekî bi wan neke. Şaş in. Li Rûsyayê jî ewê çalakiyê bikin.”
Wek tê dîtin, mêrik ji Rûsyayê ra jî eşkere dibêje ”tiştê li Brukselê çê bû ewê li Moskowayê jî çê bibe”.

Bi qasî ku meriv ji van gotinên Erdogan fêm dike, di rojên pêş da  ewê bi Daîşê li Rûsyayê jî êrîşên wek yên Brukselê û Parîsê bide kirin û dû ra jî bibêje PYDê kiriye, min ji we ra negot ewê tiştên wiha bibin.

XXX
Qiralê Urdunê Abdulah, giliyê Tirkiyê bi Emerîkayê kiriye, gotiye Tirkiye terorîstan perewerde dike û dişîne Ewrûpayê, ji terorîstan petrolê dikire, çûna terorîstan ya Ewrûpayê perçeyekî siyaseta Tirkiyê ye. Koçberan jî Tirkiye dişîne Ewrûpayê. Tirkiye ji bo ku siyaseta xwe li Sûriyê têxe praktîkê kurdan dike bahane.
Tiştê di xeberê da li ser Tirkiyê û hedefên Erdogan hatine gotin sedîsed rast in û heta hindik in.
Ji bo ku Yekîtiya Ewrûpayê piştgiriyê bidin siyaseta wî ya Sûriyê, Erdogan bi koçberan û bi terorîstên din destê xwe da Ewrûpayê tehdîd dike. Ji xwe beyanên Erdogan yên piştî teqînên Brukselê jî nîşandide ku tiliya Tirkiyê di bûyeran da heye. Ji ber ku Erdogan ji Ewrûpayê ra dibêje, ”heta ku hûn PYDê jî wek Daîşê terorîst îlan nekin û piştgiriyê nedin siyaseta min ya Sûriyê teqînên wiha ewê tu carî nesekinin.”
Lê ewrûpî pês in, tirsonek in, newêrin herin ser. Ya na, Erdogan ji zû da ye Seddam derbas kiriye…
Li ser Tirkiyê xebereke gelkî balkêş e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE