19 mars 2016

Erdogan: "Bi îzna Xwedê emê hemû terorîstan îmha bikin" !



Du roj berê Erdogan li qesra xwe, di belavkirina nîşana(madalya)şehîd û xaziyan da axaftineke pir ajîtatîf, axaftineke ji serî heta dawî mişt tahrîk û retorîkeke irqçî û şerxwaz kiriye. Di warê retorîka irqçîtiyê û şerxwaziyê da, di warê îstîsmara hestên gel da gelkî dişibe axtinên Hîtler.
Axaftineke pir tahlûke ye.
Di vê Axaftina xwe da Erdogan pir vekirî li hemberî kurdan sînyala şerekî mezin û demdirêj dide, dibêje ”emê hemû terorîstan îmha bikin” !
Pesnê mirinê, kuştinê, ”şehîdketin” û xazîbûnê dide, şerê li hemberî kurdna, mirinê bi asîmanan dixe. Axaftina dirêj e min nikanîbû wergeranda. Lê kesên bi tirkî zanin bira bixwînin.
Gotina ”îmhakina hemû terorîstan” pir tahlûke ye, li Kurdistanê îşareta qetlîamên pir mezin e.
Fermo çend numûne ji wê axaftina Erdogan.
”Bi hemû rêxistinên terorîst ra bi rengekî bêtawîz heta dawiyê em di nava micadelê da ne. Bi îzna Xwedê zû dereng emê hemû terorîstan îmha bikin.
Her miletek çîrokek wî, serencamek(serpêhatiyek), wesfekî wî yê derdikeve pêş heye. Miletê me jî di sernanserê dîrokê da bi imicadela xwe, bi ezmê micadela xwe, bi cesareta xwe, bi mehareta xwe ya fethkirina(girtina welatan bi zor û bi şer) derên nuh û kirina van deran welatê xwe, bi qabîliyeta xwe ya dewletavakirinê û bi jiyandina van dewletan xwe nîşan daye.”

XXX
Davutoglu: Me bi Yekîtiya Ewrûpayê ra bazara qeyseriyan kir
Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoğlu, ji peymana bi YE ra pir memnûn e, gotiye:
”Me bi Yekîtiya Ewrûpayê ra bazara Qeyseriyan kir. Yanî bazara qeyseriyan baş bû…”
Wek tê zanîn ”bazara Qeyseriyan” tê maneya xapandinê. Çimkî qeyserî di tîcaret û bazarê da bi xapandina xwe meşhûr in.
Dibêjin yekî cuhû kerekî kût firotiye yekî qeyserî û dû ra jî pesnê xwe daye, gotiye min yekî qeyserî xapand.
Gava yê qeyserî gotinên cuhû dibihîze, dibêje:
”Yaho Xwedê kir ku min perê sexte dayê, ya na min qazikî baş xwaribû…”
Bi gotina ”me bi YE bazara qeyseriyan kir”, Davutoglu xwestiye bibêje me Yekîtiya Ewrûpa xapand, me donê wan di serê wan da…
Mêrik rast gotiye, bi şantajekê 6 milyar xûg girtin, wîzeya li hemberî xwe rakirin û hemû mesrefên paşda şandina koçberan jî xistine hustuyê YE.
Maji vê çêtir !
Îmlîs jî nikane bi Erdogan ra kaban bavêje…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE