27 mars 2016

Erdogan bi bertîlkirinê nasekine

Di dîroka mirovahiyê da gelek şah û hukumdarên pri zalim û xweînrêj hatine dîtin. Pol Pot, Stalîn, Hîtler û Seddam Husên çend zalimên ji van hukumdaran bûn.
Him gelên wan û him jî cîhan ji van dîktatoran pir ditirsiya.
Ji ber ku bi rastî zalim û xwînrêj bûn, ji bo ku îktîdara xwe wenda nekin dikanîbûn her dînîtiyê, her barbariyê bikin.
Lema jî her kesî hevza xwe ji wan dikir, kesî nedixwest Seddam li wî were xezebê.
Dinyayê jî hefza xwe jê dikir.
Çawa em nuha qala zalimiya van dîktatoran dikin, rojek ewê were emê, dinyayê wek Seddam û Pol Pot qala zalimî û dîktatoriya Erdogan jî bikin.
Ewrûpayê demakê çawa hevza xwe ji Seddam dikir, gelek welat çawa ji Seddam ditirsiyan, nuha jî ji Ewrûpa ji Erdogan ditirse.
Ji dêlî ku YE li dij rabe û tiştên anîn serê Seddam û Mîlosewîç bînin serê wî jî, wî bertîl dikin, tawîzên siyasî didinê.
Erdogan ewê vana tawîzan hemûyan bigre, bes ewê tu carî bi bertîlan û bi tawîzan qîma xwe neyne, ewê viya ji xwe bike xû, bike adet û tim hin tiştên din bixwaze.
Yanî tawîz û bertîl Erdogan aşûnî dike û her ku biçe ewê hin tiştên din ji Ewrûpayê bixwaze. Û gava YE bibêje na, ewê dîsa çeteyên xwe têxe dewrê û çend bombeyan bide teqandin.
Lema jî çare ne bertîl û teslîmiyet e, micadeleye,
Mêrik her roj resta dinyayê dixwîne, gotinên nemayî ji Ewrûpayê ra, ji dîplomatên wan ra dike, bi milyonan koçber rê dike ser Ewrûpayê, bi terorîstên xwe li vî welatî û li wî welatî bombeyan dide teqandin.
Lê dîsa jî kes newêre tiştekî jê ra bibêje, kes newêre navê wî bigre devê xwe, kes newêre bibêje tu çima wiha dikî?
Ji ber ku Ewrûpa ji Erdogan ditirse…
Lê ev tirs heta derekê ye, aqûbeta wî jî dawiya dawî ewê wek ya hemû dîktatoran be…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE