16 mars 2016

Emê Helebçeyê tu carî ji bîr nekin !


Îro 16ê adarê, sala 28a ya komkujiya Helebçeyê ye.
Di 16ê adara 1988a da rejîma Seddamê qatil jahrî bi ser bajarê Helebçeyê da barand û 6 hezar 500 kurd qetil kirin û 15 hezar kes jî jahrdadayî bûn û seqet man.
Di dîroka miletê kurd da 16ê Adara 1988an rojeke pir xembar û reş e, roja felaketeke netewî ye.
Piştî Hîroşîma û Nagazakîyê ev cara pêşî bû ku bi çekên kîmyawî li bajarekî di yek carê da bi hezaran însan dihatin kuştin.

Qetlîama Helebçeyê di dilê hemû kurdan da birîneke pir kûr ya bêderman e, heta kurd hebin ewê qetlîama Helebçeyê tu carî ji bîr nekin.
28 sal di ser qetlîama Helebçeyê ra derbas bûn, lê kurd hîn jî ji teror û qetlîaman xelas nebûne. Li seranserê welatê me şer û ceng e, li Kurdistana bakur, başûr û rojava rojê bi dehan kurd ji alî dewleta tirk û terorîstên wan ve tên kuştin, bi hezaran kurd ji ber teror û qetlîama Daîşê koçber bûne, bi çolan ketine.
Dewleta tirk ya dagirker li hemberî kurdan şerekî mezin dimeşîne, rojê bi dehan keç û xortên kurd dikujin. Bajarên wek Cizîrê, Hezexê, Dîrikê, Sûrê, Nisêbînê, Silopî, Gever, Farqîn ji şewitandin, ji bin da wêran kirin, bi sedhezaran kurd nuha li welatê xwe bûne mahcir.
Li Sûriyê û Îraqê jî êrîşên Tirkiyê û çeteyên wan yên Daîşê berdewam in. Tirk û ereb bi hev ra wek gurên har êrişê tînin ser kurdan mal û bajarên wan talan dikin.
Li Îranê jî rejîma meleyan her roj çend kurdan îdam dikin, zulm û teroreke mezin li ser kurdan heye. Bi kurtî li seranserê Kurdistanê kurd di binê zulm û teroreke pir mezin da ne, serenserê Kurdistanê bûye Helebçe.
Di 28 saliya qetlîama Helebçeyê da ez hemû şehîdên kurd û Kurdistanê û Helebçeyê bi giramî û bi hurmet bibîr tînim û serê xwe li hemberî hemû şehêdan ditewînim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE