08 mars 2016

"Êdî vana ne terorîst in, hêzên milîs in.”

Husamettîn Cîndoruk:”Êdî vana ne terorîst in, hêzên milîs in.”
Li gorî Celal Başlangiç dinivîse, Husamettîn Cîndoruk di 2ê adarê da di Hak TVê da ji bo gerîlayên PKKê gotiye:
”Êdî vana ne terorîst in, hêzên milîs in.”
Cîndoruk, hevalê Demîrel e, wek wekîl serokkomariya Tirkiyê kiriye, serokatiya meclîsê kiriye û aqilmendekî dewletê yê saxlem û xwedî tecrûbe ye.
Cîndoruk, li ser serîhildana kurdan û şerê PKKê û gerîla tiştê tirk û dewlet eşkere nabêjin îtîraf kiriye. Gotiye şerê kurdan ne teror meror e, meseleyeke netewî ye û doza dewleteke serbixwe dikin.
Min ev qismê gotinên Cîndoruk kir kurdî:
”Wek îskelet dixwazim tiştekî bibêjim. Tirkiye ne li dereke ku kanibe qanûna esasî çêke. Çima nikane ez bibêjim.
Li Tirkiyê tevgereke siyasî ya ku dixwaze dewleteke serbixwe çêke heye. Li aliyekî ew heye, tevgereke pir muhîm e.
Tabî di gotinê da em hemû dikanin zahmetiyê bikşînin.
Lê belê ji bo yekî wek min ku hatiye dawiya jiyana xwe ya siyasî, heta dawiya jiyana xwe ya însanî, beşerî dibê tiştekî bibêje hebe.
Li ortê alek, coxrafyayek û tevgereke serxwebûnê ya gelêrî heye. Hûn nikanin viya wek terorê bincil bikin.
Pir cidî ye û koka wê li derve jî heye…
Êdî vana ne terorîst in, hêzên milîs in. Li Kobanê bi PYDê derketin ortê. Bi Barzanî ra jî daxwaza dewleteke li ser bingehê nîjadê heye.
Ev tevgera irqî(netewî) ji tirkiyê, ji coxrafya ya Tirkyê daxwazeke wê heye, daxwazeke pir muhîm e.
Di demên dawî da bi saya xeyretên artêşa me ev tevger têk çûye. Li gorî wan wek tevgereke gelêrî bi artêşê ra micadele dikin. Û hedîseyeke pir muhîm e, ji bo dîroka Tirk jî, li dinyayê jî. Tevgereke wiha heye, yanî serîhildanek heye…”
Husamettîn Cîndoruk
Helbet ne Cîndoruk tenê wiha difikire, dewlet jî û hukûmet jî wiha difikire, Erdogan û Davutoglu jî wiha difkirin.
Ji xwe ji bo ku PKKê şerekî netewî dide lema hewqasî bi hovane êrîşî ser dikin û dixwazin bifetisînin.
Lê vê rastiê eşekre nabêjin, ji dêlî ku bibêjin ev şerekî netewî ye û meşrû bikin, dibêjin "teror" e...



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE