23 mars 2016

Dunya jî xera bibe tiliya Tirkan di teqînên Brukselê da heye

Tirk ji bo ku şopê ji ser xwe dagerînin, ji bo ku xwe li dijî Daîşê nîşan bidin piştî êrîşa Brukselê dest bi dezînformasyonê kirin, ji nişkave li Daîşê hatin xezebê, fermana Daîşê rakirin(!)
Li Stenbolê du terorîstên Daîşê girtine, 10 terorîst jî gava xwestine ji Sûriyê derbasî Tirkiyê bibin girtine û ji wan yek terorîstekî xwekuj bûye.
Hemû derew e, hemû dezînformasyon e, bi îhtîmaleke mezin tiliya MITê di êrîşa Brukselê da heye, ya terorîst tirk in, ji Tirkiyê hatine ya jî ji tirkan alîkarî girtine.
Yanî bi hawakî Tirkiye tevî meselê ye. Bêyî alîkariya Tirkiyê Daîş tiştekî nake. Hemû terorîstên Daîşê di ser Tirkiyê ra diherin Sûriyê û li wir pewrwerde dibin û dû ra jî di ser Tirkiyê ra vedigerin Ewrûpayê. Hemû di bin kontrola Tirkiyê da ne.
Polîsên belçîkî li taxa Schaerbeekê avêtine ser gelek malên tirkan û gelek tirk girtine. Maneya xwe şop diçe Tirkiyê. 



XXX
Dêmeg gava dewlet nexwaze însan werin kuştin û xwî biherike, Newroz bi selametî derbas dibe, bombe nateqin û însan namirin. Yanî girêdayî daxwaza dewletê ye. Gava bixwaze bombe diteqin û gava nexwaze nateqin.
Gelkî kêfxweş bûm Newroza Diyarbekrê bi selametî derbas bû û xwîna kurdan neherikî.

XXX
Mewlana gotiye, ”Heta bigihîje hêsirên çavan jî wezîfeyeke xwe heye, ji bo kenê ewê li pey were paqijî kiriye.”
Ev rojên reş û bi êş jî helbet ewê derbas bin, dawiya tariyê ronahî ye. Mimheqeq emê jî zû dereng rojên xweş û şadiyê bibînin

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE