12 mars 2016

Dibê meriv çavê xwe ji zulma dewleta tirk ra negire

Necat Zivingî, li ser PKKê wiha gotiye:
” PKK ya ku bi dehhezaran ewladê kurd dan kuştin, bajar dan wêrankirin, bûye çavkaniya fîtne û dijberiya kurdan ya hundur tam ”îlleteke”.
Min jî bi vê nivîsa jêr fikrê xwe got.
Li gorî dîtina te, PKKê bi dehhezarn kurd dan kuştin û bajarên kurdan dan wêrankirin. Û ji bo vê jî tu PKKê rexne dikî, baş e, rexne bike.
Lê çima tu ji dewleta bi dehhezaran ewladên kurdan kuştin û bajarên kurdan bi topan wêran kirin ra jî tiştekî nabêjî?
Heger PKKê daye kuştin, dewletê jî kuştiye, tu yê daye kuştin rexne dikî, lê tu ji qatil ra qet tiştekî nabêjî, tu navê qatil nagrî devê xwe.
Çima gelo?
Tu wek merivekî huqûqnas û xwedênas gerek tu adil bî, tu yê bûye sebebê qetlê û wêrankirinê neheq dibînî û dibêjî PKK ” îllet” e, yanî ”nexweşiyeke” e.
Em bibêjin PKK ”îllet” e, lê dewleta tirk çi ye?
Çima tu vê dewleta ku ev 90 sal in wek kabûsekî ketiye ser dilê gelê te û gelê te ji hemû maf û azadiyan mahrûm kiriye wek ”îlletekê”, wek dewleteke faşîst û îşxalkar nabînî?
Tu çima vê dewleta welatê te îşxal kiriye û her zulmê li gelê te dike, carnan jî gû pê dide xwarin û carnan jî gû dixe dolabên wan ra tiştekî nabêjî?
Vê dewleta xwe daye benda kurdan û dibêje ez nahêlim li tu derê kurd ji bindestiyê xelas bibin û bibin xwedî dewlet, tu çima tu ji vê dewletê bi qasî PKKê ne aciz î?
Çima tu wek merivekî huqûqnas û dîndar li dijî zulma vê dewleta zalim dernakevî, çima tu ji vê dewleta jiyan li kurdan kiriye zindan ra tiştekî nabêjî, zulma wê rexne nakî?
Ma ilmê te xwendiye, Qurana te xwendiye, edalet, huqûq û dînê tu pê bawer î ev e?
PKKê rexne bike, lê zulma dewletê jî ji bîr neke, di rexneya xwe da hewqasî jî yekalî, bêûjdan, bêmerhemet û neadil nebe.
Wek kurdekî, wek huqûqnasekî, wek bawermendê miletekî bindest li hemberî zulmê û zaliman jî ra be, biwêre îşxala wan, zulma wan jî rexne bike.
Tu jî wek bawermend, huqûqnas û ronakbîrekî filistînî bibî berdevk û parêzvanê gelê xwe yê mezlûm û bindest, tu jî wek huqûqnas û bawermendekî filistînî li dijî hêza îşxalkar rabe, bibe bedevk û rêberê gelê xwe.
Tenê rexnekirina PKKê ne şêleke ronakbîrane û adil e…

Necat Zivingi Mamosta Zinarê Xamo, teqez rast dibêjî. Lê bawer im ku desthilat û desthilatdarên 
zordest jî di rêza yekem de rexne dikim.

Zinarê Xamo Rexnekirina te ya zalim û zulimkaran ewê min û hemû kurdan dilşa bike.
Ez dixwazim tu û hemû bawermendên wek te, hûn jî wek ronakbîr û bawermendên filistîniyan û yên miletên din pêşengên gelê xwe bin.
Nîhayet em hemû bindestên dewleta tirk in, dibê em vê rastiyê tu carî ji bîra xwe dernxin...



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE