27 mars 2016

Di hemû êrîşan da tiliya Tirkiyê xuya dike

Piştî ku meriv vê nivîsê dixwîne û ji van bûyeran agahdar dibe, meriv baştir îqna dibe ku di êrîşên Brukselê da miheqeq tiliya Dewleta Tirk heye, Tirkiyê îşareta ”bikin” daye terorîstan.
Du hefte berî bûyera Brukselê, yanî di 8ê adarê da ji Belçîkayê çar wezîr(Wezîrê karên derve Didier Reynders, wezîrê karên hundur Jan Jambon, wezîrê edaletê Koen Geens û wezîrê koçberiyê û îltacayê Theo Francken) ji bo ku mesela terorîstên Daîşê bi Tirkiyê ra bipeyivin çûne Tirkiyê.
Heyeta wezîran ya Belçîkayê di 9ê adarê da li Anqerê bi wezîrê karên hundur Efkan Ala, wezîrê karên derve Mevlut Çavuşoglu û wezîrê edaletê Bekir Bozdag ra rûniştine.
Berî bûyera Brukselê polîsên belçîkî avêtin ser malekê, di operasyonê da du terosîtên kuştin û 13 kes jî girtin. Di vê nabênê da polîs tespît kir serokê hucreya Belçîkayê Abdulhamîd Abaud li Tirkiyê ye. Lema jî Belçîkayê dixwst Tirkiye bi wan ra bibe alîkar.
Aliyê tirk ji heyeta Belçîkayê ra gotiye heta hûn li heberî siyasetmedarên kurd, komele û dezgehên kurdan tedbîrê negrin, li ser Daîşê em bi we ra hevkariyê nakin û tu agahdariyê nadin we.
Heyeta tirk wek şertê pêşî xwestiye Belçîka Remzî Kartal û Zubeyir Aydar teslîmî Tirkiyê bikin. Piştî vî şertê Tirkiyê hevdîtinê tu netîceyê nedaye û heyeta Belçîkayê vegeriya ye Belçîkayê.
Û di 22 adarê da jî terorîstan li Brukselê li balafirxaneya Zaventem û li metroya Maelbeekê ew êrîşên bombeyî kirin.
Gelkî balkêş e, him terorîstên êrîşa Parîsê pêk anîn û him jî yên Brukselê hemû jî têkiliya wan bi Tirkiyê ra çê bûye, çûne Tirkiyê, demakê li wir mane û dû ra vegeriyane.
Ji xwe ji hin terorîst ji Tirkiyê di ser Yûnanîstanê ra bi koçberan ra  derbasî Ewrûpayê bûne.
Yanî di hemû bûyeran da tiliya Tirkiyê xuya dike…
Tirkiyê bi van êrîşan ji Belçîkayê ragot, ya hûnê şertê meqebûl bikin û bi me ra li hemberî kurdan şer bikin ya jî ezê bi vî rengî terorîstan bişînim ser we û jiyanê li we bikim zîndan…
Nivîsê bixwînin, gelek agahiyên muhîm tê da hene...



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE