26 mars 2016

Dewleta tirk li hemberî kurdan teroreke mezin daye destpêkirin

Her 7 endamên Komîteya Newroza Amedê jî hatin binçavkirin
Polîsên tirk vê sibehê girtin ser malên endamên Komîteya Amadekar a Newroza Amedê û her heft kes jî girtin û birin emniyetê.
Kesên hatine girtin ev in:
Seroka Komîteya Newrozê hevseroka DBPê ya Bajarê Amedê Hafîze Îpek, endamê Dîwana Serokatiyê ya KCDê Seydî Firat, Husnu Pervane, parêzer Mahmût Çîftçî, Abdulganî Alakan, Ramazan Kaval û Ayşe Çelîkbîlek .
Dozgerê dewleta tirk yê Amedê di heqê Newrozê da 4 lêpirsîn dabû destpêkirin.
Dewleta tirk li ser daxwaza Erdogan ev çend meh in fermana kurdan rakiriye, li Kurdistanê û Tirkiyê rojê 40-50 kesî digrin. Li alîkî dikujin û bajaran wêran dikin, li alîkî qefle bi qefle însanan digrin.
Bi kurtî li hemberî kurdan teroreke nedîtî tê meşandin. Ji qetlîama Dêrsimê vir da ye ev carapêşî ye li seranserê Kurdistanê û Tirkkiyê li hemberî kurdan çewisndin û teroreke hewqasî mezin tê meşandin.
Bi qasî ku xuya ye hukûmeta AKPê emir daye dewletê kurdên nêzî HDPê û PKKê ne hemûyan bigrin û bavêjin zindanê ya jî bikujin.
Çimkî roj tuneye li çend bajaran negrin ser malên kurdan û 40-50î kurdî negirin û tewqîf nekin.
Wiha dom bike heta salekê, du salan ewê hemû kurdên HDPê yên aktîf û serkêş paqij bikin, yek însanî jî li der nehêlin, bi dehhezaran bavêjin zindanan.
Destûr dan pîrozkirina Newrozê û nuha  jî hemûyan  digirin. Diyar e destûr ji bo girtinê bûye.
Û dû ra jî ewê dor were ser kurdên nuha li vê terora dewlwtê temaşe dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE