12 mars 2016

Dewlet dixwaze gelek bajarên din jî bike Cizîr û Sûr

Dewlet dike Nisêbînê, Şirnexê û Gewerê jî wek Cizîrê û Sûrê ji bin da wêran bike û bişewitîne.
Li gorî medyaya tirk dinivîse, bi hezaran leşker bi wasiteyên zirxpûş çûn li Gewerê bi cî bûn.
Hemû dibistanên bajêr vala kirin, hemû mamoste şandin îznê û dibistan kirin qişleyên leşkerî.
Li Şirnexê jî eynî tişt kirine.
Hukûmeta AKPê bi şantaja ezê bi milyonan koçber bişînim Ewrûpayê, Yekîtiya Ewrûpayê(YE) teslîm girtiye.
Lema jî ne YE û ne jî welatekî Ewrûpa li hemberî van êrîşên ser kurdan newêre dengê xwe bike.
Dewleta tirk vê yekê ji xwe ra wek fersendekê dibîne û dixwaze hemû bajarên kurdan yên kurdayetî lê xurt e yek bi yek wêran bike û tiştê di salên 1915a da anîn serê ermeniyan û rûman bînin serê me kurdan jî.
Van faşîst û naîzîstên balkanî û kafkasî çawa ku ermenî, rûm, cuhû, asûrî-suryanî û qewmên din ji ber xwe da xistin, hemû ya kirin tirk ya jî bi darê zorê mecbûrî koçberiyê kirin, nuha jî dixwazin eynî tiştî bînin serê me.
Her kurdê dibêje ez kurd im, her kurdê xwedî ûjdan û ne heval û destikê neyar e, dibê li hemberî van operasyonên dewletê derkeve.
Dibê meriv li serkutkirin û kuştina gelê xwe temaşe neke.
Deh, bîst parlamenterên kurd, çend hezar kurdên di nava AKPê da ji AKPê îstîfa bikin, bibêjin em vê zulma li ser gelê xwe qebûl nakin, hukûmetê sedîsed gavê paş da bavêje.
Yanî ne tenê kurdên muxalif, kurdên hîn bi AKPê ra ne û xwedêgiravî xwe kurd dibînin jî dibê li hemberî vê êrîşkariya hukûmetê rabin.
Gava ew bêdeng bin, dewlet bêtir har dibe.
Lema jî gava kurdên AKPê dengê xwe nekin, gava ji AKPê veneqetin, maneya xwe ew jî piştgiriyê didin van qetlîamên dewletê.

XXX
PKKê bi 9 komik(grûp) û partiyên çep yên marjînal yên tirk ra tevgereke, partiyeke nuh bi navê ” Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan” ava kiriye.
Fena ku kêmasî û hewcedariya me ev e ...
Ez bawer nakim hevkarî û yekîtiyên wiha tu feydeyeke cidî bigihîne kurdan.
Ji dêlî hevkarî û yekîtiya bi van hêz û partiyên marjînal yên çend telebeyan ra, çima hûn bi partiyên kurd ra cepheyekê ava nakin?
Dewletê ferman li we rakiriye, di rojeke wiha giran da yekîtiya kurdan ji yekîtiya çend komikên çep yên marjînal muhîmtir e. Çavê kurdan li bende tiştekî wiha ye…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE