17 mars 2016

Bi vî aqilî, bi vê qûşê em nagihîjin Mûşê



Dîsa eynî lîstik, dîsa eynî fîlm.
Piştî 5 rojan TAKê teqîna Anqerê- Kizilayê girt ser xwe.
Ji xwe tiştê dewleta tirk jî bi çar çavan li bende bû ev bû. Nuha Erdogan pir kêfxweş bûye, ji kêfa hine li destê xwe kiriye û belkî jî nameyeke spasiyê şandiye ji TAKê ra.
Bi vê beyanê TAKê careke din zirarek mezin da PKKê û tevgera kurdan ya netewî.
Bi vê beyanê TAKê dijminên PKKê û kurdan zêde û dostên wan jî kêm kir.
Ez bi xwe di qebûlkirina çalakiya Kizilayê da ji bo PKKê, ji bo tevgera kurd ya netewî bêyî zirarê, bi qasî serê derziyê jî tu feydeyê nabînim.
Hadê em bibêjin teqîn TAKê kir.
Çima digre ser xwe?
Çima dibêje ez im?
Çima înkar nake?
Çima nabêje têkiliya me pê tuneye?
Ji xwe du roj berê DHKP-Cê girtibû ser xwe.
Çima TAK piştî 5 rojan xwe di ber ra dike û dibêje ne THKP- C ye, em in?
Feydeya wê çi ye?
Her kes baş zane ku qebûlkirina çalakiyeke wiha bêyî zirarê tu feydeyê nagihîne meriv.
Meriv bike jî nagre ser xwe, nabêje min kiriye.
Bi çalakiyên wiha meriv li dinyayê dostan ji xwe ra çê nake, sempatiyê zêde nake, dijminan zêde dike.
Lema jî heger meriv bike jî dibê înkar bike, negre ser xwe.
Dewleta tirk bi hezaran kurd kuştine û dane kuştin, lê tu carî beyan belav nekiriye û negotiye me kir.
Dewleta tirk li Parîsê sê jinên kurd bi ajanekî xwe dan kustin, lê negot me kiriye, me biryar daye. Negot qatil ajanê me ye.
Bi hezaran bûyerên wiha kirine, lê tu carî jî bûyer, cînayet qebûl nekirine.
TAK çima digre ser xwe?
Bi vê qebûlkirina xwe bêyî zirarê çi feyde gîhand PKKê û kurdan?
Ez bi tu feydeyê nabînim.
Bi çalakiyên wiha li der û li hundur pozîsyona Erdogan û AKPê xurt û ya PKKê û kurdan jî zeîf dibe.
Heger PKK dixwaze mohra ”terorê” ji ser xwe rake û li dinyayê wek hêzeke siyasî û netewî were qebûlkirin, dibê çalakiyên wiha neke û tu carî jî lê xwdî dernekeve.
Bi vî aqilî, bi vê siyasetê PKK tu havilê nake.
Erê hovîtiya dewlet li hemberî gelê me dike ji teqîna Kizilayê ne kêmtir e. Bajarên me wêran dikin, bi metodên hovane, wahş me dikujin. Evy ek me hemûyan pir diêşîne û meriv dixwaze tiştekî bike, heyfa xwe ji vê dewleta namerd bigre.
Lê dîsa jî dibê meriv xwe ji çalakiyên bi zirar dûr bixe û bi kirinên xwe dijminê xwe xurt û xwe zeîf neke…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE