Li alîkî da dewlet bi hemû hêz û hovîtiya xwe êrîşî ser
PKKê, HDPê û her kesê nêzî PKKê dike, bajaran wêran dike, însanan kom bi kom
înfaz dike, dişewitîne, yên digre şût tazî dike, heqaretên mezin li kurdan
dike, li gelek bajaran(mesela li Qoserê) mekteban û bînayên dewwletê yek bi yek
vala dike û bi hezaran polîs û leşkeran lê bi cî dike.
Bi kurtî dewlet li hemberî PKKê û HDPê û hemû siaysetmeddarên wan teroreke mezin dimeşîne, rojê bi sedan kesî digre, terorîze dike.
Kurdistan li kurdan kirine dojeh, ne rehetî maye û ne jî huzûr, li her derê tirs û xofê belav dikin.
Di rewşeke wiha da jî hin kurd hîn jî ji bo çarseriya mesela kurd ji vê hukûmetê hêviyekê dikin û dibêjin ”Ji Beşîr Atalay îşareta vegera pêvajoya çareseriyê”!
Efendim ”Beşîr Atalay, ji bo çareseriya mesela kurd mase îşaret kir…”
Vana gotinên qorr û vala ne, xwewn e û xwexapandin e.
Di rojeva hukûemtê da îro mesela kurd, çareserî, bi PKKê ra lihevkririn filan û bîvan tuneye, tenê şer, kuştin û şewitandina bajaran heye, qetlîam heye, çend Cizîr û Sûrên din di rojeva hukûmetê û dewletê da heye.
Li Kurdistanê bicîkrin û tahkîmkirina bi sedhezaran polîs û leşkerên nuh heye. Belkî jî bicïkrina bi milyonan ereb jî heye.
Yanî dewleta tirk di rojên pêş da li Kurdistanê ewê kurdan baş keyd û bend bike, ewê hemû wîlayet, qeza û her herêma kurdperwerî lê xurt tije leşker û polîs bike, ewê Kurdistanê ji nuh ve îşxal bike.
Tiştê nuha di rojeva hukûmeta AKPê û dewletê da ev e, li her dera Kurdistanê tahkîmkirina hêza xwe ye…
”Maseya aştiyê” (!), lihevkirin, çareserî, rawestandina şer di rojeva hukümetê dewletê da tuneye, dibê em viya bibînin.
Berî her tiştî dibê meriv vê dewletê û tirkan nas be, hinekî ji siyasetê fêm bike û beyan meyanên kesê bi qasî qirşekî jî giraniya wî tuneye, kesê bindest negere cidîyetê.
Qîmeta gotnên Beşîr Atalay bi qasî kixsakê jî tuneye, çimkî Atalay ne tiştek e, kurdekî, heramzadeyekî bindestê Erdogan e. Ne hedê wî ye li ser navê hukêmetê sozekê bide. Dibê meirv qet guh nede gotinên kesên bêîrade û bêşexsiyet.
Ji AKPê, ji hukûmtê bêyî Erdogan kî çi bibêje vala ye, ne hêja ye meriv qalê jî bike…

XXX
Hin kurd dibêjin ev risim(rismên tazî yên li Sûrê)ewê neyên
ji bîrkirin. Binêrin rastiyek heye civatên, miletên hişê(şiûrê) netewî û
heysiyet pê ra bi pêş neketibe, ji ber ku tu êşê bi bi hişekî(şiûrekî) netewî
his nakin, ew êş nabin perçeyekî dîroka wan. Loma jî tê jibîrkirin. Hişê(siûrê)
kurdan yê netewî jî wek hûn dizanin ji alîyê siyaseta biratiya gelan û biratiya
bawermendan(mumînan)ve hatiye qetilkirin.
///Şahîdîn Şîmşek
///Şahîdîn Şîmşek
Camêr pir rast gotiye. Ji ber ku xwedî zanîn û hişetekî
netewî û dîrokî ye, zanïneke dîrokî pê ra heye.
Heger rewş ne wek Şîmşek gotiye bûya, kurd heta nuha bi
derewên tirkan nedixapiyan û bi çavekî baş, bi çavê ”dost” û ”bira” li tirkan
nedinêrin.
Ji ber ku bi kurdên Kurdistana bakur ra hişekî, şiûreke
netewî tuneye lema jî her zulma tirkan zû ji bîr dikin, tu zulm, tu barbarî, tu
jenosîda tirkan di hişê wan da, hafizeya wan da namîne. Çi heyf ku asîmîlasyonê
kurd bêhiş û bêşûr kirine….
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar