11 mars 2016

Bala min lê ye HUDAPAR tenê gurê kurda ye



Gava mesele dibe dijayetiya PKKê û HDPê, HUDAPARî hemû dibin agir û pêt û heta bombe û dînamêt û tavilê dadikevin kuç e û kolanan û PKKê û HDPê protesto dikin.
Lê heta nuha min qet nedîtiye HUDAPARê rojekê jî ev dewlet û hukûmet çete û qatil protesto kiribe.
Kurdistan di bin îşxala dewleta tirk da ye, hemû kurd, HUDAPAR jî tevê, bindest û koleyên dewleta tirk in, lê HUDAPAR dîsa jî ne dewletê û hukûmetê, herewere, her carê hincetekê dibîne û PKKê û HADPê protesto dike.
Yaho heger bi rastî kurd in û ji bo kurd û Kurdistanê dişewitin, bira ji bo xatirê Xwdê be, carê jî vê dewleta zalim, xwînrêj û çete jî protesto bikin.
Xwedêgiravî hûn dibêjin em ne zilmên dewletê ne, wê gavê piçekî jî li dijî zulma dewletê derkevin û ji bo kurdan jî tiştekî bixwazin.
Ji bo ku meriv bibîne hûn ne zilamên dewletê, muxalifên wê ne…

XXX



Dora wêrankirinê îcar ya Nisêbînê û Şirnexê ye. Îro bi sedan tank û bi hezaran leşker şandin Nisêbînî.
Li gorî hin îdîeyan gelek çeteyên Daîşê jî birine Nisêbînê ji bo ku ji wir êrîşê bibn ser Qamîşloyê.
Bi dîtina min mimkûn e. Yê ji Kilîsê êrîş bike, dikane ji Nisêbînê jî bike.
Bi kurtî dewleta tirk li hemberî hemû kurdan, hemû perçeyên Kurdistanê herbeke mezin daye destpêkirin.
Dewleta tirk ferman li hemû kurdan rakiriye...
Dibê wek Cizîrê û Sûrê em li êrîşên dewletê temaşe nekin, bi rengekî organîze, hemû partiyên kurd bi hev ra li hemberî van êrîşên dewletê rabin û ji NY û YE ê alîkariyê bixwazin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE