25 februari 2016

Tirkiyê got agirbesta Sûriyê me girê nade



Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûtogluyê tatar û pantirkîst li ser agirbesta Sûriyê gotiye:
”Ji bo me YPG jî eynî wek Daîşê û Nusrayê rêxistineke terorîst e. Di agirbestê da navê YPGê wek rêxistineke terorîst derbas nabe. Dibê ev hebûya. Lê tuneye. Dibê YPG nebêje êdî agirbest e û Tirkiye nikane tiştekî bike. Gava ewlekariya me têxin xeterê emê êrişî wan bikin. Dibê ev wera zanîn ev agirbest ji bo Sûriyê ye, ji bo hêzên di nava Sûriyê da şer dikin. Ev agirbest Tirkiyê girê nade. Gava ewlekariya Tirkiyê mewzûbahîs be em guh nadin agirbestê. Û bêyî ku em ji kesî îznê bigrin û bipirsin çi hewce be emê bikin.”
Ev beyana Davutoglu ya bi gef û gurr nîşan dide ku agirbest ne li gorî dilê wan e, ji ber ku Daîş û Nusra û hemû terorîstên din li derveyî agirbestê ne.
Yanî him Rûsya û him jî hêzên hevpeyman ewê êrîşên xwe yên ser Daîşê û Nusrayê bidomînin.
Û ev jî helbet ne bi dilê Tirkiyê ye, çimkî ev hêz hemû yên Tirkyê ne, li ser navê Tirkyê şerê Esed û kurdan dikin.
Tirkiye dixwaze li Sûriyê van hêzên xwe yên çete biparêze lê nikane, ew fersend ji destê wan derketiye.
Lema jî Tirkiye ji Rûsya û Emerîkayê ra dibêje, madem we merivên min li derî agirbestê hîştine, ezê jî li YPGê û kurdan xim, êrîşên xwe yên li hemberî kurdan bidomînim.
Û heger Tirkiye tirsekê, hemberiyekê nebînin ewê êrîşên xwe bidomînin, di viya da dibê şika me tunebe.
Îcar li hemberî van êrîşên Tirkiyê, Emerîka û Rûsya ewê çi bibêjin, piştgiriyê bidin kurdan ya na, kurdan biparêzn ya na di rojên pêş da ewê baştir diyar bibe.
Lê ev şêla Tirkyê ji aliyekî da nîşan dide ku hukûmeta AKPê çiqasî neyarê miletê kurd e û ji aliyekî din da jî ji bo kurdan baş e, bi vê şêla xwe tên hemberî rûsan û emerîkiyan. Bi vê beyanê careke din derket ortê Tirkiye naxwaze şer biqede, Tirkiye ne li dijî Daîşê ye.
YPGê got ewê jî agirbesta Sûriyê qebûl dikin, lê belê mafê wan yê xweparastinê mahfûz e



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE