Tirk dibêjin heta ew li dinyayê hebin ewê tu carî nahêlin Kurdistan
çê bibe û kurd bibin xwedî dewlet.
Tiştê xuya ye Tirkiye gelkî dil heye tevî şerê Sûriyê bibe û
bi Daîşê, Nusrayê û çeteyên xwe yên din ra beşekî Kurdistana rojava îşxal bike
û bi PYDê û kurdna ra dest bi şerekî giran bike.
Ji bo êrîşeke wiha Tirkiyê ne tenê dil heye, bi qasî ku
meriv fêm dike hazirî jî kirine…
Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu, li ser pirsa, “Ji bo
vebûna korîdora Helebê gelo Tirkiye ewê tiştekî bike?” gotiye, “Li bende rojên
pêş bin.”
Û dû ra PYD tehdîd jî kiriye û gotiye “Tiştên ku em li
Qendîlê li dijî terorê dikin, emê li Sûriyê jî bikin.”
De îcar piştî ku ji bo kurdên rojava/Sûriyê wiha bifikirin,
ji bo kurdên xwe nuha tiştên hezar qatî xerabtir difikirin.
Dewleta qebûl neke kurd li welatekî din bibin xwedî maf,
îcar ew bi xwe ewê çawa mafê kurdan bide? Tirk nafikirin zirnîqekî jî bikdin
kurdan.
Heger ji destê dewleta tirk were dixwaze nuha PKKê û PYDê ji
ber xwe da bixînin, yanï têk bibin. Û dû ra jî ewê dor were Kurdistana federe
yanî kurdên başûr.
Ji berku tirk naxwazin li tu beşekî Kurdistanê kurd azad
bibin û dewleteke kurd ava bibbe. Kurdên başûr jî di nav da.
Lê çi heyf ku kurdên ba başûr hîn ev nêt û hedefa tirkan fêm
nekirine.
Yanî nêta wan heye di rojên pêş da êrîşeke mezin bibin ser
PYDê û kurdan û herma nabêna Kobanê û Efrînê îşxal bikin.
Wek tê zanîn Erdogan çend caran got, “Ewê nehêlin wek bakurê
Îraqê, bakurê Sûriyê jî çê bibe,” û ji bo ku “bakurê Sûriyê çê nebe ewê her
tiştî bikin…”
Yanî tirk pir vekirî dibêjin buhayê wê çi be jî ewê nehêlin
li Sûriyê jî kurd bibin xwedî maf û statuyeke wek ya kurdên Îraqê.
Û mêrikan vê nêta xwe jî qet venaşêrin, dibêjin heta ew li
vê dinyayê hebin ewê nehêlin Kurdistan çê bibe, nehêlin kurd bibin xwedî
dewlet.
Netîce heger ji wan bê, heger bikanibin, di rojên pêş da ewê
dîrekt xwe tevî şerê Sûriyê bikin.
Îcar piştî ku têkevin Sûriyê ewê çi bibe û şer û îşxal ewê
kîjan netîceyan bi xwe ra bîne ew jî tiştekî din e.
Destpêkirina şer rehet e, lê rawestandin zor e. Numûneya
Sûriyê li ber çava ye. Ev 5 sal in şer heye û hîn jî ne diyar e ewê kînga
biqede.
Lema jî bi ketina Sûriyê ra Tirkiye dikane perçe bibe,
Kurdistan dikane çê bibe û Hatayê jî wenda bikin...
Yanî hesabê mal û bajêr her tim li hev dernayê.
Lê belê heta tirk dev ji îdeolojiya pantirkîzmê ya
nîjadperest û faşîst bernedin ewê tim xwe tevî macarayên wiha bikin, xeyalên
wan yên "Împaratoriya Osmanî" ewê tim hebe.
Îdeolojiya pantirkîst ji nazîzmê jî xwerabtir e, bêyî nîjada
tirk tu miletê din, tu kultur û etnîsîteyên din qebûl nake, dixwaze her tiştê
ne tirk îmha bike, qir bike…
Lema jî dibê PYD,PKK û ENKSê vê nêt û tehdîda Tirkiyê cidî
bigrin û li gorî wê haziriyên xwe bikin. Pir ne dûr e ku Tirkiye ji nişkave
têkve Sûriyê û êrîşî kurdan bike…
Nuha di merhela yekem da dixwazin PKKê û PYDê ji ortê rakin,
tabî heger bikanibin.
Dû ra dor ewê were ser başûr.
Yên nexwazin, nehêlin li Sûriyê kurd bibin xwedï maf û desthilat, çima ewê bihêlin kurdên başûr bibin xwedî dewlet?
Tirk ne tenê li dijî filan hêzê û filan partiyê ne, ew li dijî hemû partiyan û armanca kurdan e, li dijî Kurdistanê ne, li dijî serxwebûn û dewletbûna kurdan e.
Li her derê li dij in, ji bo tirkan kurdên îstîsna, beşê îstîsna, partiya îstîsna tuneye.
Tirk, dewleta tirk, îdeolojiya tirkîtiyê kurdan wek milet neyarê xwe dibîne û lema jî dixwaze li tu derê kurd nebin xwedî maf.
Dû ra dor ewê were ser başûr.
Yên nexwazin, nehêlin li Sûriyê kurd bibin xwedï maf û desthilat, çima ewê bihêlin kurdên başûr bibin xwedî dewlet?
Tirk ne tenê li dijî filan hêzê û filan partiyê ne, ew li dijî hemû partiyan û armanca kurdan e, li dijî Kurdistanê ne, li dijî serxwebûn û dewletbûna kurdan e.
Li her derê li dij in, ji bo tirkan kurdên îstîsna, beşê îstîsna, partiya îstîsna tuneye.
Tirk, dewleta tirk, îdeolojiya tirkîtiyê kurdan wek milet neyarê xwe dibîne û lema jî dixwaze li tu derê kurd nebin xwedî maf.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar