25 februari 2016

Tirk be "qehreman" e, kurd be "terorîst" e

Tirk be "qehreman" û "şehîd" e, kurd be "terorîst" û "canî" ye
Ji ber ku parlamentera HDPê ya Wanê Tugba Hezer çûye şîna malbata çalakvanê bûyera Anqerê Abdulbakî Somer, serokkomar Erdogan û serokwezîr Davutoglu qiyamet rakirine, dixwazin parlamenteriya Tugba Hezerê bi lez û bez bixînin û wî bavêjin zindanê.
Erdogan emir li ser emir dide meclîsê û dibêje hûn li bende çi ne, zû ji meclîsê bavêjin.
Gava leşker û polîsên wan kurdan dikujin xweş e û mêranî ye. Gava dibêjin me li Cizîrê 579 ”terorîs” kuştin, dibin qehreman.
Gava yekî wan tê kuştin dibe şehîd, cenazeyê wî bi helahop û bi merasima dewletê radikin.
Lê kurdan şînê jî yasax e. Dewlet dibêje emê we bikujin, lê dibê hûn me nekujin.
Emê miriyên xwe bi merasim rakin, giregirên dewletê ewê herin şîna yên me, lê dibê hûn ne me bikujin û ne jî şîna miriyên xwe çêkin.
Û kî here şîna ”terorîstan” jî emê çeza bikin.
Navê viya zorbatiye.
Însaneke bimre, were kuştin, çi kiribe jî malbata wî şîna xwe çê dike, nas û dost diçin şerxweşiya malbatê û şînê. Ev tiştekî însanî ye.
Ne tenê HDP, dibê hemû partiyên din jî, hemû siyasetmedar û ronakbîr jî li hemberî vê zorbatiya dewletê rabin û piştgiriyê bidin Tugba Hezerê û bibêjin emê şîna zarokên xwe bikin, yê mirî çi kiribe jî emê herin şîna malbatê.
Abdulbakî Somer çi kiribe jî netîce miriye û dê û bavekî wî jî heye. Tu dê û bav termê zarokê xwe li çolê nahêle, ev şêleke însanîye.
Helbet malbat ewê miriyê xweveşêre û şêna wî bike. Netîce wan jî ewladekî xwe wenda kiriye.
Û dema şîn çê dibe li gorî urf û adetên civata me, nas, dost ji bo xatirê malbatê diherin şînê. Ev nayê maneya her kesê diçe şînê bi dîtin û siyaseta yê mirî ra ye, tiştê yê mirî diparêze.
Lema jî tiştê Tugba Hezerê kiriye rast e, wezîfeyeke însanî, kultutî bi cî aniye.
Û ya din jî kurd ne mecbûr in wek dewletê bifikirin û bi çavên dewletê li miriyên xwe binêrin.
Lema jî dibê HDP, Tugba Hezerê bi tenê nehêle û xistina parlamenteriya wê jî ebeden qebûl neke, wek partî li dij derkeve. Qebûlkirina tiştekî wiha rezaleteke mezin û teslîmbûna AKPê ye.
Heger AKP di xistina parlamenteriya Tugba Hezerê da israr bike û parlamenteriya wê jê bistînin, wê demê jî dibê hemû parlamenterên HDP bi hev ra ji meclî vekişin û meclîsê ji tirkan ra bihêlin.
Dibê HDP bi tu hawî Tugba Hezerê bi tenê nehêle, wê teslîmî tirkan, van gurên devbixwîn neke.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE