09 februari 2016

Qetlîama dewleta tirk li Cizîrê kiriye ji wahşetê jî mezintir e

Min nuha ji qetlîama Cizîrê hin risimên nuh ku meriv nikane lê binêre dîtin, lê naxwazim belav bikim.
Diyar e xaniyê milet tê da bombebaran kirine, cesedên însên perçe perçeyî bûne û bûne qijik.
Serî pengizîye derekê, nig pengizîye derekê û mil jî pengizîye derekê. Bedenên însên bûne komir.
Wahşeteke wiha, nemiroviyeke wiha bênamûsî û bêşrefiyeke wiha nehatiye dîtin, bêyî tirk û ereban kes wahşeteke wiha, namerdiyeke wiha li hemberî însanên birîndar, bêparastin nake.
Bi çekên giran her tişt tar û mar kirine.
Û ev rismên mêraniya miletê tirk jî bi serfîrazî û bi sloganên qehremaniyê belav kirine…
Û Davutogluyê namerd û nazîst do got kuştina 60 kesî derew e, lê di van dîmenan da meriv dibîne 60 rast e, heta Demirtaş got 90 kes in.
Kes xweşikî nizane çend kes di wan herdu zêrzemiyan da hebûn, lê min do jî nivîsî, bi baweriya min 60 û heta 90 jî dikane rast be.
Bi rojan nehîştin kes here wê taxê û birîndaran xelas bikin ji bo ku vê qetlîamê bikin.
Plana wan ev bû.
Yanî hukûmetê emir û destûr dabû hemuyan bikujin, kesî sax ji wir dernexin…
Ez çi bikim, hin bênamûsên kurd hîn jî bi Davutoglu ra li Kurdistanê digerin û jê ra xulamiyê dikin. Hîn jî qûna Davutoglu dialêsin û gunê wî miz didin û ji me ra pesnê gotinên Davutoglu yên li Mêrdînê kirine didin.
Û hin rezîlên din jî bêyî ku fedî bikin van nivîsên xulamên neyarên kurdan belav dikin.
Ji ber ku tamara eniya wan ya arê qetiyaye, lema jî qet li ber xwe nakevin. Bira fedîkirin li wir bimïne bi vê xulatiya ji Davutoglu û tirkan ra îftîxar dikin.
Ma ne wiha bûya di rojeke wiha hevaltiya xwe ya bi dijmin û hevkarên dijmin ra eşkere dikirin…
Ji însên baştir û rezîltir mexlûq tuneye.
Û bi taybetî jî rezîl, namerd û xayinên kurdan pir pîs û bêheya ne.
Min nizanîbû xayin û cahşên kurdan hewqasî pir in û hewqasî bêrû û bêheya ne.
Di van du sê mehên dawî da me her kesî hevûdu nas kir, kî binamûs e, kî bênamûs e, kî hevalê dijmin e, kî li hemberî dijmin e baş derket ortê.
Serbilind û sernizim ji hev geriyan…
Cahş, xayin û gernas û canfîda baş ji hev diyar bûn…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE