09 februari 2016

Min tu carî bawer nedikir kîn û nefret di dilê min da hewqasî mezin bibe

Min tu carî bawer û xeyal nedikir ku ezê ji tirk û ereban hewqasî nefret bikim, kîn û nefreta li hemberî wan di vî dilê minê bi rahm da ewê hewqasî mezin bibe...
Ji roja şerê xendekan û êrîşên dewletê ser Cizîrê, Sûrê, Nisêbînê û Silopiyê destpêkiriye û virda ye bawer bikin dinya li min bûye zindan, ne şeva min şev e û ne jî roja min e, qalibê min vir e, lê belê hişê min, fikrê min, dilê min li Cizîrê û Sûrê ye, guhê min wer li ser qîrîn û hawara wan e.
Ji ber ku ez nikanim herim hawara wan,
ji ber ku nikanim bi wan ra bibim alîkar,
ji ber ku nikanim leşkerên dijmin ji ser wan rakim,
ji ber ku nikanim ji birînên bindaran ra bibim derman,
ji ber ku nikanim ji birçiyan ra bibim av û nan ez xwe fedîkar û şermezar dibînim…
Ev du meh in ez wek qalibekî vala li hewa me,
ne mirî me, ne sax im,
di mala meda ne kêf maye û ne jî huzûr,
me ken û henek ji bîr kirîye.
Ev sed sal in tirk vê zulmê li kurdan dikin, ev sed sal in bi vê zul û terora xwe psîkolojiya kurdan xera kirine.
Tenê xemgînî, êş, girî û şîn kirine para me…
Kîn û nefreta li hemberî tirk û ereban di dilê min da, di serê min da, di hemû bedena min da bi qasî çiyayê Agirî mezin bûye û roj bi roj, saet bi saet, bi bihîstina her hovîtiyeke wan ya nuh mezintir dibe.
Min tu carî bawer û xeyal nedikir ku ezê ji tirk û ereban hewqasî nefret bikim…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE