10 februari 2016

Malkambaxiya herî mezin ew e ku kurdên başûr Tirkiyê dostê xwe dibînin



Min qet bawer nedikir ku siyasetmedar û birêvebirên hukûmeta Kurdistana Federe bi rastî jî tirkan dostên xwe dibînin û baweriya xwe bi Tirkiyê û hukûmeta AKPê tînin. 
Carnan tiştên serokwezîr û serokê Kurdistanê ji bo Tirkiyê digotin, beyanên wan û yên berpirsiyarên hukûmetê û têkilî û danûstendinên resmî yên meriv dibîne, min  hemû wek dîplomasî  qebûl dikir û min ji xwe ra digot, ” ev hemû dîplomasî ye, kurd di dilê xwe da tirkan dijmin dibînin  û baweriya xwe ebeden bi tirkan naynin.”
Lê li gorî Hêmin Lihonî di vê nivîsa xwe ya di Rûdawê da dibêje rastî ne wiha bûye, bepirsiyarên hukûmeta Kurdistana Federe, Tirkiye û hukûmeta AKPê dostê xwe yê roja teng dîtine, heta dawiyê baweriyaxwe  bi dewleta tirk û bi hukûmeta AKPê anîne.
Lê nuha ji ber du sebeban hinekî ji Tirkiyê sar bûne.
Sebebê yekem,  gava Daîşê Şengal îşxal kir û dû ra jî êrîş bir ser Hewlêrê, li gel daxwaza alîkariyê, tirk neçûn hawara wan, a vê yekê kurdên me matmayî hîştiye û dilê wan piçekî ji Tirkiyê sar kiriye.
Li gorî Hêmin Lihonî dibêje:
 ”Rayedarên Hewlêrê şok bûne û gotine, ma ne Tirkiye dostê me yê nêzîk bû, çima nehat alîkariya me?
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên, li ser vê yekê ji Rûdawê re gotibû, piştî DAIŞê êrişî Kurdistanê kir me pêşiya her kesî daxwaza alîkariyê ji Tirkiyê kir, lê mixabin wek pêwîst bersiva me nedan.”



Sebebê dilsariya kurdan ji dewleta tirk û ji hukûmeta AKPê  yê duyemîn jî  ”kirîza aborî ye.”
Hêmin Lihonî dibêje:
” Ev 5 meh in Hikûmeta Kurdistanê nikane mûçeyê karmendan bide. Û tirsa wê heye xelk li dijî hikûmetê rabe. Kurdistan yek ji bazarên herî mezin yên Tirkiyê ye, ji ber ku asta bazirganiya Kurdistanê bi Tirkiyê re gihîştiye 8 milyar dolarî. Nêzîkî 1300 şîrketên Tirkiyê li vê herêma Iraqê kar dikin.
Gelê Kurdistanê dipirse; Tirkiye li kuderê ye? Ma ne dostê me bû! Partiyên opozîsyonê dibêjin; Tirkiye çima alîkariya dostê xwe yê nîzîk nake? Di kirîza aborî de jî Enqere alîkariya Hewlêrê nake û heta razî nîne deyn jî bide”

Wek tê dîtin, kurdên me dewleta tirk ku beşê Kurdistanê yê herî mezin di bin îşxala vê dewletê  da ye, wek dostekî xwe yê stratejîk dîtine û wisa bawer kirine ku di rojeke teng da Tirkiye ewê here hawara wan û wan ji êrîşan biparêze.
Û şoka duyem jî piştî krîza aborî bi wan ra çû bûye.
Ew li hêviyê bûne ku dewleta tirk alîkariya madî bi wan ra bike û qet nebe deyn bide wan.
Lê di vir da jî birayên wan yên tirk û hukûmeta AKPê ew hêvîşikestî kirine û nebûne alîkarê wan.
Dema min ev nivîs xwend îcar ez ŞOK bûm, wek min li jor jî got, min qet bawer nedikir ku berpirsiyar û birêvebirên PDKê û hukûmeta Kurdistanê hewaqasî bi dewlta tirk û bi tirkên neyarên xwe bawer bin û hêviyan ji van neyarên xedar bikin.
Ew dewleta, ew tirkên ku bi salan hebûna wan qebûl nekirin, bi salan îşê nemayî anîn serê wan û hîn û hîn jî heger piçek aqil bi meriv ra hebe merivê bibîne ku tirk dijminên herî tahlûke ne.
Lê kurdên me wisa nefikirîne, ji her kesî bêtir baweriya xwe bi dewleta tirk û hukûmeta AKPê anîne û lema jî gava ketine tengasiyê ji Tirkyê yanî ji neyarê ku li hemberî hebûna wan e alîkarî xwesitine…
Berpirsiyar û birivêbirên hukûmeta Kurdistanê û PDKê, gava Daîşê êrîş biriye ser Kurdistanê, ji Tirkiyê alîkarî xwestine.
Ev bi serê xwe sosiretekemezin e.
Çimkî qet hesab nekirine ku Tirkiye dikane li pişt Daîşê be û Daîşê bişîne ser wan.
Qet bawer nekirine ku tirk û ereb dikanin li hemberî wan bibin yek.
Qet şikeke xerab, bêbextî ji tirkan nekirine.
 Tirk wek lawê bavê xwe dîtine.
Hallbûkî yên Mûsil û Şengal bi Daîşê dan îşxalkirin tirk in  û yên Daîş şandin ser Helwêrê jî tirk in.
Bi kêmanî tiliya tirkan jî di vê da heye.
Lê kurdên me ev yek qet ji tirkan hêvî nekirine, lema jî gava Daîşê êrîşî wan kiriye çûne xwe avêtine patronê Daîşê Tirkiyê.
Piştî vê nivîsê hest û baweriyên min yên li ser siyasetmedarên Kurdistana başûr serobinî hev bûn, ez xeyalşikestî bûm.
Min qet texmîn nedikir ku serok û berpirsiyarên hukûmeta Kurdistanê ewê hewqasî jî saf bin…
Min hin tişt dizanîbû û hin tişt texmîn dikir, lê min nizanîbû  kurd hîn jî, heta îro jî tirkan dostên xwe dibînin û di rojên giran da hêviya alîkariyê(çi leşkerî û çi jî aborî) ji wan dikin.
Ji destê hukûmeta AKPê were ewê wan di tasek av da bixeniqîne, ewê Kurdistana Federe tune bike…
Lê mixabin kurd wa ye vê rastiya herî basît jî nabînin û hîn jî baweriya xwe bi dostiya dijminê xwe, bi dostiya marê kor  tînin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE