04 februari 2016

Kurdan piştî Kobanê li Sûrê jî destan nivîsîn !


Dost jî û dijmin jî qebûl dike ku kurdan, gerîlayên YPGê û YPJê li Kobanê di şerê li hemberî qatil û çeteyên Daîşê û dewleta tirk da destaneke mezin nivîsîn, bi hêzeke biçûk ya canfîda û bi sîlehên sivik li hemberî hêzeke hezar qatî ji xwe xurttir qehremanî, xweşmêrî û gernasiyeke her kes kirin heyranê xwe nîşanî dinyayê dan.

Liberxwedana Kobanê di dîroka miletê kurd û ya dinyayê da bi herfên zêrîn ewê ciyê xwe yê layiq bigre.
Nuha jî em werin ser Şerê Sûrê…


Em rastî û şaşiyên kolana xendekan bidin aliyekî, li ser vê meselê min gelek caran fikrê xwe gotiye; bi dîtina min berxwedana Sûrê ji ya Kobanê qet ne kêmtir e.

Ev sê meh in çend xortên wê taxê, çend gerîlla, çen ”pêxwasên” amedî li hemberî bi hezaran polîs, tîm û leşkerên dewleta tirk û bi sedan cahşên kurd, li hemberî tank, top sîlehên giran şerekî bêhempa, destanwarî dikin, berxwedaneke dewleta tirk dîn û har kiriye nîşan didin.

Li gel ku dewlet him di warê hejmarê da û him jî di warê sîleh û teknîkê da hezara qatî ji ”pêxwas” û xweşmêrên Sûrê xurttir e jî nikane bi wan.

Hemû Sûr tep û dûz kirin, lê belê dîsa jî nikanîbûn berxwedan û îradeya gernasên kurdan ya ji polayê jî serttir bişkînin…
Van xweşmêrên kuçe û kolên Amedê tirr ji dewleta tirk berda ne, feleka dewleta tirk, artêşa tirk û hemû generalên tirk şaş kirine.

Dewleta tirk li Sûrê tu carî liberxwedaneke hewqasî mezin ya ne dişikiyê û ne jî xwar dibe nedipa.
Dewletê di şerê Sûrê da heta nuha bi sedan zayiat dane.
Lê zayiata wan ya psîkolojîk û manewî pir û pir mezintir e.

Dewlet li gel hemû hêz û teknîka xwe ya mezin çi dike jî nikanin zora van gernas û xweşmêrên Sûrê bibe, lema jî dest bi tazwîratê, viran û şerê psîkolojîk kirine.
Efendim PKKê ji Sirbîstanê bi peran nîşangir anîne.
Efendim li Sûrê zabitên îsraîl û rûs şer dikin.
Û hezar û yek derewên din di medyayê da belav dikin…
Ji bo ku têkçûna xwe, bêçaretiya xwe veşêrin hincetên wiha dibînin, derewën wiha dikin.
Bi van viran dixwazin bibêjin yên li hemberî me vê qehremeniyê, vî şerê mezin dikin ne çend kurd in, hin kesên bijarta û profesyonel in.

Lê her kes dizane vir e, tu nîşnagirên sirb mirb tunene, hemû jî zarokên wê axê yên ziravpiling in, hemû jî şêr û şepalên kurd û Kurdistanê ne.
Lê em ferz bikin şoreşger û enternasyonalîstekî sirb ya jî ji miletekî din hebe çi ferq dike. Ma nîhayet ne însan e?

Dibe ku her kes nizanibe, lê dewleta tirk, artêsa tirk, birêvebirên dewletê dizanin wan li Sûrê û Cizîrê çi derb xwariye, çend xweşmêrên kurd artêsa NATOyê ya duyem rezîl û riswa kirine, manewiyata artêşa tirk, polîsên tirk daxistine binê sifirê.

Artêş û birêvebirên dewletê vê têkçûn û bêçaretiya xwe dibînin, lê tiştê ji destê wan tê ev e.
Ji bo ku zû bi ser kevin çi ji destê wan tê dikin, her barbariyê, her nemirovatiyê dikin, lê dîsa jî nikanin zêde pêşda herin.

Dîsa jî nikanin sengera çend xweşmêr û egîdên kurd zeft bikin…
Kurdan piştî Kobanê li Sûrê jî destan nivîsîn !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE