13 februari 2016

Heta kurd zora tirkan nebin tirk ji kurdan nagerin

Leşkerên tirk 4 saetan hêzên YPGê topbaran kirine.
Ewê bikin.
Davutoglu gotibû ewê êrîş bikin.
Çimkî armanca tirkan, kurdan ji dinyayê biqelînin.
Ji roja dewleta tirk ya faşîst ava bûye vir da ye li her dera dinyayê dewleta tirk û miletê tirk êrîş birine ser kurdan, ji bo ku li tu beşekî Kurdistanê kurd nebin xwedî maf çi ji destê wan hatiye kirin.
Di têkçûna hukûmeta Şêx Mahmûd Berzencî da, di helweşandina Komara Kurdistana rojhilat(Îranê) da tiliya tirkan heye.
Di êrîşên Seddam da tahrîk, tilî û piştgiriya tirkan heye.
Li Sovyetê di koçberkirina kurdan berbî welatên Asyaya Navîn da zext û tiliya dewleta tirk heye.
Li Sovyetê di yasaxkirina elîfbeya latînî ya kurdan da dîsa tiliya tirkan he. Ji bo ku berhên kurdên Kafkasya ji ji alî kurdên bakur(Tirkiyê)ve neyên xwendin.
Yê PKK xist lîsteya terorê Tirkiye, yê ku nahêle dinya Sûriyê û Îraqê xweşikî alîkariya kurdan bike Tirkiye ye.
Yê ku nahêle Emerîkali başûr piştgiriyê bide serxwebûna kurdan Tirkiye ye, rola Tirkyê bi qasî ya ereban heye.
Welhasilî kelam dewleta tirk ev 90 sal in bi rengekî pir agresîf li her deran dinyayê wer li pey kurda ye û li her dera dinyayê kurdan terorîze dike, nahêle bîna xwe bigrin.
Tiştê li Tirkiyê dikin li gorî îmkanên xwe li Ewrûpayê jî dikin.
Û ne dewlet tenê jî, miletê tirk jî wek polîs û leşkerên dewleta xwe li her dera cîhanê di her fersendê da êrîş dibin ser kurdan.
Mesela îro li Stockholmê êrîş birin ser meşeke kurdan û kurd bi şeşderbê giran birîndar kirin.
Yanî ”Gurên Boz” ne faşîstên MHPê tenê ne, piraniya tirkan, belkî ji sedî 90-95ê wan Gurên Boz in…
Her kurdê bi namûs viya zane…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE