07 februari 2016

Gava totik vala be meriv xwe dike qurbana neyar



Ji herdu leşkerên li Sûrê di cepheya dewletê da hatin kuştin û do cenezeyên wan bi merasimekê rakirin, yek jê kurdekî ji Hekariyê, lawê qorîciyekî bûye.
.
Bavê wî, gava xebera kuştina lawê xwe bihîstiye bi tirkî gotiye, ”vatan saxolsin” yanî bira weten sax be !
Yanî Kurdên li dijî qewmê xwe şer dikin û di ber dewletê da tên kuştin wiha difikirin.
Lê gelo tirk di heqê kurdên ji bo dewleta tirk xwe didin kuştin çi difikirin û çi dibêjin?
Ev jî numûneyek ji fikra tirkan:
Tirkekî bi navê Tunga Tekîn-Cepheya Tirk , li ser kurdê di cepheya dewletê da li Sûrê hat kuştin di twîtta xwe da wiha nivîsî ye:
”Do me nivîsîbû ku 2 leşker li Sûrê şehîd bûn. Ji ber ku yek kurdekî ji Hekariyê ye jimara şehîdên me daket yekê.”
Gelek tirkên din bi vê xeberê kêfxweş bûne. Yekî gotiye:
”Em bigrin leşkeriyê, hemûyan bidin pêş, bira hevûdu bikujin. Lê bawerî pê nayê.”

XXX


Ev du roj in li Diyarbekrê konferanseke kurd heye. Şeş partiyên kurd û gelek kesên serbixwe beşdarî konferansê bûne.
Bi dîtina min hatina ba hev baş e, baş e ku kurd bi hev ra têkevin diyalogê û li riyên çareseriyê bigirin.
Li hemberî dewletê bibin yek hêz û yek deng, bibin qeweteke maddî...
Di medyaya sosyal da hin dost û heval ji ber ku zimanê konferansê bi tirkî ye ya jî giranî bi tirkî ye gazinan dikin, beşdarên konferanê rexne dikin.
Bi dîtina min rexnekirin, gazin, xeyid qet pere nake, em çi bikin jî vê rewşa kambax û malwêran naguherîne.
Ji ber ku tirkan pişt li miletê kurd şikandine, hema hema hemû elît, kadir, siyasetmedar û ronikbîrên kurd asîmîle kirine.
Lema jî kurd nikanin di civîneke wiha mezin da bi kurdî ji bipeyivin û ji hev fêm bikin.
Ev ne mimkûn e...
Li alîkî gelşa zazakî û kurmancî heye, ev rastiyeke me ye û zaza û kurmanc ji hev fêm nakin.
Û di ser da gelek zaza û kurmancên bi zazakî û bi kurmancî nizanin jî pir in û vana hemû jî siyasetmedar in, serok in....
Û ya din jî wek min got, asîmîlebûna miletê kurd e...
Dewletê ekseriyeta kurdan siyasetmedar û ronakbîrên kurd asîlî kirine...
Ev rewş ewê wiha dom bike heta ku kurd azad bibin ya jî bi kêmasî bibin xwedî statuyeke siyasî û mafê perwerdeya bi kurdî bi dest xin.
Tiştê heye trajîk e, meriv pê xemgîn dibe, lê bi xeydê û rexneyan ji ortê ranabe.
Ev rewş ewê wiha dom bike û heta roj bi roj ewê hîn jî xerabtir bibe..

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE