07 februari 2016

Gava agir bi kurdekî ketibe yê tirk ewê benzîn lêke...

Dev ji "pakêt makêtên" Erdogan û Davutoglu berdin, heta nuha gelek "master planên" wiha amade kirin.
Armanca hemûyan xapandin û teslîmgirtina kurdan bû, di destekî wan da gizêr û di destekî wan da jî tim ço bû.
Îro jî eynî tişt e, tiştê Davutoglu bi "master plana" xwe ji me kurdan ra dibêje,
"ya hûnê bê qeyd û şert teslîm bibin ya jî emê dinyayê bi ser serê we da hilweşînin, emê her dera Kurdistanê bikin Sûr û Cizîr" !
Dibê em ji "pakêt" û "master plana" Davutoglu viya fêm bikin...
Yên maneyeke din didin beyan û pakêta Davutoglu zilam û xulamên AKPê û dewletê ne...

XXX
Kurdekî bi navê Ferzan Bazîd gotiye:
”Dilê tirkan tu carî bi we naşewite, gava hûn di agir da dişewitin jî ewê benzînê li we kin. Polîs û leşkerên ji Komara Tirkiyê ra wezîfê dikin jî di nav da.”
Rast e, ji bo ku baş emîn be û dilê wî têkeve cî, ewê bixwaze bi xwe jî hinek bezîn li kurdê dişewite ke…



XXX
Fehîm Taştekîn, di vê nivîsa xwe da bi delîl û îspat, pir bi baş nîşan dide ku Tirkiye bi hêzên îslamî û faşîstên tirk yên ji MHPê, Ulku Ocaklari û partiya bi navê BBP çawa li Sûriyê şer dike.
Hukûmeta AKPê ne ku tenê ji der ve alîkariya ”tirkmenên Bayir Bucak” û muxalefeta Esad dike, ew bi hêzên xwe yên faşîst û îslamî yên ji Tirkiyê li Sûriyê li hemberî rejîmê û kurdan şerekî çekdarî dide meşandin.
Dema Erdogan û Davutoglu ji êrîşên rûsan yên hewayî gazin dike sebeb merivên vî zirarê dibînin, çimkî rûs li wan jî dikixin.
Ji alî belge û delîlan ve nivîseke pir xurt û pir hêja ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE