28 februari 2016

Ez wê rojê qet ji bîr nakim

 30 sal di ser kuştina serokwezîrê Swêd yê kevn Olof Palme ra derbas bû, lê hîn jî qatil nehatiye girtin.
30 sal berê di 28ê sibata 1986a da Palme hat kuştin. Ew roj wek îro tê bîra min, min çawa bihît û me çi kir, yek yek di bîra min da maye.
Wê rojê kongreya Federasyonê hebû, ji bo ku ez li salonê hin haziriyan bikim, ez zû ji mal derketim.
Kongreya me li ABFê, li avahiyeke nêzî (150-200 gavan jê wê da)ciyê bûyerê ewê çê bibûya.
Gava ez ji metroyê derketi, ji xwe bûyer li ber deriyê metroyê bûbû, min bûyer bihîst.
Bi sedan însan li ciyê bûyerê kom bûbûn, piraniya însanan hêsir dibarandin, ji kesî deng dernediket. Her kesî bi awirên melûl û bi xemgîniyeke bêtarîf li hev dinêrî. Însan di şokekê da bûn.
Xwîna Palme hîn paqij nekiribûn. Ew xwîna serokwezîrê welatekî bû, xwîna merivekî bi nav û deng bû.
Ciyê Palme lê hatibû kuştin bûbû bêndereke gul û kulîkan. Hinekan mûm vêxistibûn û bi çend rêzan hestên xwe nivîsîbûn. Vê seremoniyê dom dikir. Kulîlk, mûm û notên kin yên li ser kaxetan bi rengekî bênabên zêde dibûn.
Me kongra xwe texîr kir.
Swêd di şokê da bû, meriv nikanîbû bawer bikira…
Li ser kuştina Palme gelek terorî hene, ji van teoriyan yek jî li ser PKKê ye. Li gorî îdîa seokê komîsyona Palme Hans Holmêr, tiliya PKKê di kuştina Palme da heye...
Lê ev îdîa Hans Holmer tu carî nehat îspatkirin. Hemû kurdên hatin girtin berdan…
Kuştina Palme, di dilê swêdiyan da wek birîneke nekewiyayî ye.
Ez Palme bi hurmet bibîr tînim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE