17 februari 2016

Êdî zarok jî dizanin Tirkiye çima dixwaze şerê YPGê bike ?



Heger were bîra we, çend meh berê Erdogan got:
”Emê tu carî destûrê nedin li bakurê Sûrîyê dewletek çê bibe. Bedelê vê çi dibe bila bibe emê nehêlin.”
Ma ji viya vekirîtir axaftin dibe?
Hûn dibîn Erdogan çima li dijî PYDê ye? Ne ji bo ku PYD nêzî PKKê ye û "terorîst" e, ji bo ku li bakurê Sûriyê dewletek çênebe, ji bo ku kurd nebin xwedî dewlet li dij e.
Û bo vê jî Erdogan, bi gotineke hîn rasttir dewleta tirk û hukûmeta AKPê(di nava vê da kurd jî pir in)dibêje bedelê wê ci be jî ewê nehêlin li Sûriyê kurd ji bindestiyê xelas bibin û bibin xwedî dewlet, federasyon ya jî otonomî.
Hewqas vekirî!
Baş e Tirkiye çima hewqasî li dijî azadiya kurdên Sûriyê ye, mesele çi ye?
Sebebê vê dijminatiya Tirkiya ya hewqasî mezin ya bi PYD, YPGê ra çi ye, çima Tirkiye naxwazin kurd li Sûriyê bibin xwedî maf û desthilat?
Sebebê wê pir basît e.
Ji bo ku mafekî nede kurdên xwe.
Ji bo ku ji kurdên bakur ra pişt çênebe dixwaze kurdên Sûriyê bifetisîne, PYDê û YPGê ji navê bibe.
Ji ber ku nêta AKPê û dewleta tirk ya di heqê kurdên xwe da pir xerab e, plana dewletê domandina şer û tirkkirina kurda ye.
Li gorî tirkan xelasiya kurdên Sûriyê ewê xelasiya kurdên Kurdistana bakur(Tirkiyê)bi xwe ra bîne, bi kêmanî ew ê nêz bike, ewê kurdên bakur jî bitahmijîne azadiyê û daxwaza wa nya rizgarbûnê xurt bike.
A ji ber vê, tirkan mirina xwe kirina çavê xwe û bela xwe ji kurdan venakin.
Û ewê tu carî nekin jî.
Bi îhtîmaleke mezin ewê têkevin Sûriyê û êrîşî YPGê bikin.
Bi vê êrîşê ra ewê HDPê û kurdên bakur jî pir biêşînin.
Belkî dest bavêjin kurdên ne nêzî, li dijî PKKê jî…
Çimkî dewleta tirk û hukûmet rizagarbûna kurdên rojava wek destpêka rizgarbûna kurdên Kurdistana Tirkiyê dibînin.
Lema jî dibê YPG, ENKS û hemû kurd ji êrîşeke Tirkiyê ra xwe hazir bikin û xafil neyên girtin.
Mesele ev e….
Meriv dikane bibêje şerê Sûriyê û derketina kurdan ya sahê hemû dek û dolab û planên Tirkiyê yên antî-kurd deşîfre kir.
Ji bo her kesî baş eşkere bû ku nêt û plana Tirkiyê di heqê kurdan da pir xerab e, di ajandeya Tirkiyê naskirina kurdên bakur tuneye, belovacî wê ûnkar û îmha hîn siyaseta dewletê ya esasî ye.
Derdê Tirkiye ne PKK, HDP û filan û bivan e, ew li dijî xelasbûna kurda ye, tu nêteke dewletê û hukûmeta AKPê tuneye tu mafî bide kurdên xwe.
Lema jî bi hemû hêza xwe dixebite rê li ber azadbûna kurdên Sûriyê jî bigre.
Û piştî vê saetê kurdê hîn jî bi AKPê ra bimîne, maneya xwe ew jî wek Erdogan dibêje:
”Emê tu carî destûrê nedin li bakurê Sûrîyê dewletek çê bibe. Bedelê vê çi dibe bila bibe emê nehêlin.”
Kurdê wiha nafikire, kurdê li dijî van gotinên Erdogan e dibê tavilê ji AKPê, ji mebûsiyê û ji wezîriyê îstîfa bike. Yê neke piştgiriyê dide van gotinên Erdogan û şirîkê êrîş û qetlîamên dewleta tirk e…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE