60 kurd, 60 zarokên me, 60 kulîlkên kurd li ber çavên 40 milyon kurdî, li Cizîrê di zêrzemînekê da bi rojan, hêdî hêdî, bi hovîtiyeke mezin, bi kîn û nefreteke nazîst kuştin.
Û me 40 milyon kurdî nikanîbû rê li ber vê hovîtiya dewleta
tirk û vê jenosîda tirkan bigirta.
Me bi hustuxwarî û bi bêçaretî li ketilkirina zarokên xwe
temaşe kir, em neçûn hawara wan, me hîşt tirk wan bişewitînin...
Ne me tenê, dinyayê jî li qetlîamê temaşe kir, dinya wek me
ne bêçareye, lê bênamûs e, bêûjdan û bêmerhemet e.
Ji ber ku Yekîtiya Ewrûpayê bi rojan li vê qetlîama tirkan
temaşe kir rûreşiyeke mezin e, demokarsiya we jî, nirxên we jî û însaniyet û
medeniyeta we jî derew e, xapandin e, hûn pir rehet dibin hevalên zalim û
qatilan...
Ev komkujî ye, sûcekî li hemberî însaniyetê ye...
Lê li ba tirkan û li ba dinyayê însaniyet nemaye, lemê jî
tirk dikanin vê jenosîdê bikin...
Emê vê namerdiya tirkan û navê Davutoglu Erdogan tu caî ji bîr nekin...
Emê vê namerdiya tirkan û navê Davutoglu Erdogan tu caî ji bîr nekin...
Dilê min jan dide, kîn û nefreta min ya li hemberî tirkan ji
çiyayê Agirî jî mezintir bûye...
Ew çiqsî ji mirovahiyê dûr kevin û qetlâmên wiha bikin jî
ewê nikanibin me bê hêvî bikin, nikanibin baweriya me ya bi azadî û serxwebûnê
têk bibin.
Zafer zû dereng ewê ya me be...
Zafer zû dereng ewê ya me be...
XXX
Kanala dewletê ya resmî TRT Haberê do got li Cizîrê 60 "terorîst" hatin kuştin. Li hemberî reaksiyonan û hêrsa kurdan îro hejmar daxistin, 30 û dû ra jî 10an.
Hêvî dikim ne 60 be, kêm be…
Lê ez dibêjim jimara do rast bû û ya îro derew e, jimara kesên hatine înfazkirn bi kêmanî ji 10an zêdetir e, ji bo ku rexneyan kêm bikin, kurdan teskîn bikin îro dev guhertin, jimar kêm kirin.
XXX
Dogu Perînçekê komunîst-faşîst li ser qetlîama Cizîrê, kuştina 60 siwîlên kurd di hesabê xwe yê Twîtterê da gotiye:
”Belê pir bextewar im. Artêşa tirk rêxistina seperatîst(cudakar, bolucu) a piyona Emerîka paqij dike.”
Dogu Perînçekê komunîst-faşîst li ser qetlîama Cizîrê, kuştina 60 siwîlên kurd di hesabê xwe yê Twîtterê da gotiye:
”Belê pir bextewar im. Artêşa tirk rêxistina seperatîst(cudakar, bolucu) a piyona Emerîka paqij dike.”
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar