Hukûmeta AKPê li Cizîrê nîhayet qetlîamek mezin da kirin, 60
kurd înfaz kirin.
Bira dilê hemû kurdên cahş, zilam û xulamên Erdogan û
Davutoglu rehet bibe...
Ez dibêjim îşev ewê xweş û ji alî ûjdanî ve pir rehet
rakevin. Ji ber ku dewleta wan 60 kurdên birîndar di hundurê du zêrzemiyan da
bi ser heva da înfaz kirin.
Dibê li Cizîrê ev serketin dewletê ji bo hemû kurdên AKPê,
ji bo hemû kurdên zilam û xulamên Erdogan û Davutoglu bibe xebereke xêrê,
mizgîniyeke giranbuha.
Bira îşev hemû kurdên hevalên neyar destên xwe hine bikin...
Leşkerekî tirk piştî qetlîamê gotiye, ”cemre ket Cizîrê”,
yanî êdî rojên reş û tarî, sar û serma li dawî ma û buhar hat…
Nuha ewê çend sîlehan û hinek cebilxane deynin kêlek wan û
bibêjin ”terorîst bûn”, di şer da hatin kuştin.
Heta nuha gelek caran bêbextiyên wiha kirine. Çimkî ev
dewlet, tirk mirovên namerd in…
Medyaya tirk jî ji xwe hertim berdevkê qatilan e, ewê jî vê
bêbextiya dewleta xwe xweş bifroşe…
2016-02-07
XXX
Li gorî TRT Haberê hêzên dewletê li Cizîrê qetlîameke mezin
kirine, 60 kes kuştine...
Medyaya tirk xebera kuştina kurdan bi kêfxweşiyeke mezin
dide, heger jimar kêm be, ew bi xwe çend kuştiyan lê zêde dikin, ji bo bêtir
kêfa miletê tirk were.
Wa ye nuha jî nivîsîne, dibêjin dewletê li Cizîrê derbek
mezin li PKKê da, jimara kuştiyan bi dehan e.
Heger wisa be, heger ne derewa medyaya tirk be ev qetlîam e,
dewletê li Cizîrê bi dehan xelkê siwîl kuştine.
Li gorî xebera TRTê di operasyonê da 60 kes hatine kuştin.
Ev qetlîamekepir mezin e, wahşet e...
Lê ji wan tê, dikanin bikin…
Ji ber ku hukûmeta AKPê ji nava MHPê û tevgera faşîst bi sedan qatilên profesyonel şandine Kurdistanê. Hemû jî ji bo kuştina kurdan çûne.
Lê ji wan tê, dikanin bikin…
Ji ber ku hukûmeta AKPê ji nava MHPê û tevgera faşîst bi sedan qatilên profesyonel şandine Kurdistanê. Hemû jî ji bo kuştina kurdan çûne.
2016-02-07
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar