06 februari 2016

Dewleta meriv tunebe meriv di ber nigan dihere


Artêşa tirk do bi şev bi 40 balafirên F-4 û F-16 yên şer Qendîl û gundên der û dora wê, çiya û baniyên Kurdistanê bi saetan bombebaran kirin, 40 balafirên tirk ji şev nîvê şevê heta berbanga sibê bi tonan bombe û jahrî bi ser serê gerîlayên kurd û kurdan da barandin.
Li gorî beyana serfermendariya tirk ev cara pêşîye bi 40 balafiran êrîşeke hewqasî mezin dibin ser meqerên PKKê û Qendîlê.
Êrîşeke bi 40 balafiran ne tiştekî henek menek e, cengeke giran e.
Van faşîst û naziyên tirk har bûne, jijan li kurdên her çar perçeyên Kurdistanê kirine zindan û xweza Kurdistanê serobinî hev kirine, teyr û tû û heywan nehîştin.
Bi bombebaraneke bi 40 balafiran û bi saetan xweza dibe dojeh, benderuh namîne, agir bi her derê dikve.
Li hemberî çensed gerîla bombebaraneke bi 40 balafiran tiştekî dûrî aqilan e, meriv matmayî dimîne.
Êrîşeke hewqasî mezin, bi 40 balaforan di cengên di nabêna dewletan da jî zû bi zû nayê dîtin, belkî di Şerê Cîhanê yê Yekem da êrîşeke asîmanî ya hewqas mezin hatibe dîtin.
Lê tirk har bûne, dixwazin me bixwin.
Dixwazin koka me biqelînin, dixwazin tiştê anîn serê ermeniyan û rûman bînin serê me jî.
Û vê plana xwe jî bêtirs, pir vekirî dixin praktîkê.
Ji ber ku dizanin em miletekî bêkes in, em wek wan ne xwedî tank, top û balafir in. Lema jî mêrikan bi hovîtiyeke nedîtî êrîşî me dikin, me dikujin, gund û bajarên me wêran dikin, xwezaya welatê me tahrîp dikin.
Ereb jî, hukûmeta Îraqê jî  bênamûs in dengê xwe nakin. Çavên xwe pan kirine û li vê zorbatiya tirkan temaşe dikin.
Kes nikane, newêre bersîva wan bide.
Hukûmeta Kurdistanê jî zêde dengê xwe nake. Lê deng bike jî tirk guh nadinê. Lema jî dibê hukûmeta merkezî vê zorbatiya tirkan qebûl neke.
Û dinya jî tim û tim hevalê menfaetê û yê xurt e, lema ew jî ji tirkan ra tiştekî nabêjin.
Esas dinya hema hema bûye Emerîka û Emerîka jî ji roja Tirkiye bûye endamê NATO û virda ye(1952), ev 64 Sali in piştgiriya Tirkyê dike, yekîtiya axa Tirkiyê diparêze, li dij e ku kurd li Tirkiyê ji binidestiyê xelas bibin.
Lema jî tirk di terorîzekirina kurdan da pir rehet hereket dikin, dilê wan çi bixwaze wiya dikin. Çimkî dizanin ewê ji wan ra bimîne, çimkî dizanin ew çi bînin serê kurdan jî kesê ji wan hesab nepirse…
Mesele ev e, dewleta meriv tunebe meriv di ber nigan dihere û wesalem…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE