27 februari 2016

Demokrasî dibê ji bo raqibên meriv jî hebe

Ji alî Kantona Kobanê ve yasaxkirina Rûdawê şaş e
Ji do da ye tê gotin ku Kantona Kobanê telewîzyona Rûdawê yasax kiriye.
Li gorî Avestakurd dinivîse, ”Konatona Kobanê bi awayekî fermî karê Rûdawê li Kobanî qedexe kiriye.”
Kantona Kobanê di beyana xwe da wiha gotiye:
” Ji ber karê ne profesyonel yê Rûdawê li rojava, di veguhestina nûçeyan de û ji ber ku xelkê gelekî gilî kiriye, Kantonê biryar daye ku karê Rûdawê li herêma Kobanê qedexe bike.”
Ev biryareke gelkî şaş e, azadiya fikrî û medyayê li gorî giliyên hin kesan yasax û serbest nabe. Ev argumentekî şaş e.
Her rojname û telewîzyon ne mecbûr e weşaneke li gorî dilê karbidestan, hukûmetan bike.
Dibê meriv muxalefetê û medyayeke muxalif jî qebûl bike. Ev yek Kantona Kobanê zeîf nake, belovacî wî xurt dike. Demokarasiya kurdan bi pêş dixe.
Kesên yasaxkirina Rûdawê rast bibînin û biparêzin, wê demê dibê li dijî girtina IMC TVê jî dernekevin, ji girtina wê jî gazinan nekin.
Lê em dizanin ji ber ku dewleta tirk îro IMC TV girt, eynî der û dor dewleta tirk rexne dikin, dibêjin ev dîktatorî ye, bêdengkirina medyaya muxalif e.
Netîce, li Kantona Kobanê yasaxkirina Rûdawê biryareke şaş e, ne li rê ye û sansor e.
Ez vê biryara berpirsiyarên Kantona Kobanê rast nabînim û şermezar dikim û hêvî dikim ku vê biryara şaş û neheq tavilê rakin.
Dibê em di her warî da ji dijminên xwe demokrattir bin, ya na tu ferqeke me ji tirkan namîne. Demokrasî dibê ne ji bo me tenê, ji bo raqibên me jî hebe.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE