18 januari 2016

Tirk dixwazin tiştê anîn serê ermeniyan bînin serê kurdan jî



Tirkekî bi navê Can Bîlîcan gotiye:
“Tenê riyeke çareseriya terora PKKê heye: Tehcîreke wek ya ermeniyan.
Dibê herêm ji nufûsa kurd ya roj bi roj zêde dibe were paqijkirin. Dibê koça kurdan ya bi alî rojava da were sekinandin, dibê meriv berê tehcîra wan bide Îranê, Îraqê û Sûriyê.”
Tehcîr, yanî bi darê zorê koçberkirin, nefîkirin, surgûnkirin e.
Bîlîcanê tirk çareseriya mesela kurd di qetlîamê û tehcîrê da dibîne. Ev yek fikir û daxwaza hemû miletê tirk e jî, ji sedî nodûnehê tirkan jî dixwazin dewlet qismekî kurdan qir bike û qismekî jî bi darê zorê ji Kurdistanê derxe, wan bişîne Îraqê û Îranê û Sûriyê.
Û bi vî hawî ji kurdan xelas bibe.
Ev fikir hert tim eşkere neyê gotin jî lê bi dewleta tirk, bi hemû partî û siyasetmedarên tirk ra heye û ji çend salan carê jî dixin praktîkê.
Ma heger ne wisa bûya bi milyonan kurd çawa koçberî rojava û nava tirkan dibûn.
Lê ji xwe hukûmeta AKPê bi plan û programa Erdogan û Davutoglu vê daxwaza tirkan ya tehcîra kurdan gav bi gav bi cî tîne.
Çimkî tiştê îro li Kurdistanê dibe tehcîreke pir mezin e.
Bi dehan bajar wêran kirin û kurd mecbûrê koçberiyê û surgûnê kirin.
Herêmên Kurdistanê yên herî şiyar û herî kurdperwer ji kurdan tên paqijkirin.
Ma ev ne tehcîr e çi ye?
Eynî wek tehcîra ermeniyan û Dêrsimê ye.
Lê hîn kurd bi xwe nehesiyan e.
Dewletê bi xêra şaşiyeke PKKê ji bo guhertina demografiya Kurdistanê fersendeke baş bi dest xistiye û Erdogan jî vê fersendê baş bi kar tîne, vê plana dewletê hêdî hêdî tatbîq dike…
Û dinya jî li vê jenosîda kurdan temaşe dike. Çawa ku li ya ermeniyan û rûman temaşe kirin, nuha jî li ya kurdan temaşe dikin.
XXX
Ji roja dewleta tirk ya nîjadperest(irqçî)ava bûye û virda ye dewlet û tirk ji kurdan ra tiştekî pir vekrî dibêjin:
”Yê armanca wî Kurdistan be taliya wî ya zindan e ya jî goristan."
Ev mesaj tirkan tu carî nehat guhertin, ji Ataturk bigre hata bi Erdogan, hemû serokên tirkan eynî tişt ji kurdan ra gotin û îro jî dibêjin.
Lê bi tecrûbeyê sabit e kesên armanca wan ne Kurdistan e jî ji zindan û goristanê xelas nabin. Lema jî meriv dikane bibêje armanca tirkan ya esasî, ya rast mehûkirina kurdan e, yanî bi riya asîmîlasyonê dixwazin me bihelînin, bikin tirk.
XXX


Keça Tahir Elçî Nazenînê gotiye ew bawer nake qatilê bavê wê were girtin. Ji ber ku dewlet naxwaze.
Lema wê jî wek her kurdî gotina rast gotiye,
”Gotina qatil ewê were dîtin û edalet ewê were cî zaroktî ye.”
Rast e, ji xwe tu kurd bi viya bawer nake. Ji ber ku qatil dewlet bi xwe, dewletê emrê kuştina Tahir Elçî da û bi qatilekÎ xwe da înfazkirin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE